Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn

  • rojane
  • 16:51 3 Mijdar 2024
  • |
img

DÎLOK - Serokê HEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik ku ji hêla tetîkkêşê hîzbîkontrayê Fûat Balca ve hatibû qetilkirin, di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn. 

Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Dîlokê Abdulsamet Sakik ku ji hêla tetîkkêşê hîzbîkontrayê Fûat Balca ve hatibû qetilkirin, di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Bîranîn, ji hêla Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê ve hat lidarxistin û keça Sakik, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Hewldana 78’an a Dîlokê û gelek welatî tev li bûn. 
 
Piştre jî li avahiya DBP’ê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranê de pankarta “Em Abdulsamet Sakik bi hezkirin û bihesret bi bîr tînin. Me ji bîr nekir” hate daliqandin. Pinar Sakik, li vir axivî û wiha got: “Ez hemû rêhevalên xwe yên ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, ji bo aştî, heq û edaletê têkoşiyayîn bi bîr tînim. Bavê min tevahiya emrê xwe bi têkoşînê derbas kir. Di derbeya 12’ê Îlonê de hate îşkencekirin. Wê demê em hêj biçûk bûn û me fêm nedikir. Me wê demê bi rast û dirûst bavê min nedidît. Tenê hinek tişt dibûn û em jî di ferqa vê de bûn.” 
 
Tekîn, da zanîn ku piştî mirina bavê xwe tev li têkoşînê bûye. 
 
Piştî axaftinan, li quncikê ji Sakik re hatiye veqetandin find hatin vêxistin û beşdaran qurnefîl danîn wir.