‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’

  • rojane
  • 15:05 3 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Kesên beşdarî lijneya HDK’ê bûn bal kişandin ser armanca damezirandinê û wiha gotin: “Bernameya HDK’ê û rêziknameya wê, pêngava têkoşîna yekbûyî ya ji Geziyê heta Rojava ye.” 

13’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku bi dirûşma “Bi hêvî, bi berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve” tê lidarxistin, bi axaftinan didome. Siyasetmedar Sebahat Tuncel di lijneyê de axivî û got ku HDK 13 sal berê bi pankarta “Rêwîtiya ber bi hêviyê ve” derketiye rê. 
 
Tuncel, bi domdarî got; “Ji faşîzmê re, ji komkujiyên jinan û qirkirina xwezayê re êdî bes e” û ev tişt anî ziman: “Hêvî li gel me ye, divê em vê hêzê di xwe de bibînin. Muxalefeta sereke jî çareseriyê di îktîdarê de dibîne. Hêj li gelek deverên cîhanê yên li ber xwe didin hene. Belê rast e, em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di damezirandina HDK’ê de jî wiha bû. Me wê demê got; ‘Rêwîtiya ber bi hêviyê ve.’ Ji ber ku pêvajoya guftûgoyê ya berê ji bo azadiyan baş dibû, dewletê rê li ber girt. Pêvajoyeke nû heye. Divê em di vê mijarê de biwêrek bin. Ji ber ku em demokrasiyê, wekheviya jinan û jiyaneke azad dixwazin. Ji bo vê jî rêya herî girîng aştî ye.” 
 
‘JI GEZIYÊ HETA ROJAVA TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ’ 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Hatîce Aktaş jî got ku di pêvajoya heyî de hem xetere hem jî derfetên girîng hene. Aktaş, wiha domand: “Xwebirêxistinkirin, ji bo bindestan gelek girîng e. HDK, modêleke xwebirêxistinkirinê ye ku daxwazên ked û demokrasiyê lê zêde dibin. Lewma jî bername û rêziknameya HDK’ê, ji Geziyê heta Rojava pêngava têkoşîna yekbûyî ye. Di vê çarçoveyê de HDK xwedî wateyeke mezin e.” 
 
Can Guneş jî li ser navê kovara Komunê axivî û wiha bal kişand ser êrişên li welêt: “Divê şoreşger, welatparêz û ciwanên demokrat bi hev re bin. Banga me ji bo her kesî ye ku bi hev re têbikoşin.” 
 
FIKRÊN ABDULLAH OCALAN
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Kezban Konukçu jî li ser navê Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) axivî û da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan HDK weke hêza çareseriyê pêşkeş kiriye. Konukçu, wiha domand: “Ji ber vê yekê jî ez ji birêz Ocalan re silavan dişînim. Sekna enternasyonalîstan a li cem tevgera azadiyê ya gelê kurd,  di qada siyaseta demokratîk de cihgirtina li rex wan, herî zêde jî em di HDK’ê de girîng dibînin. Dema gelên serdest û bindest li cem hev dijîn, weke plan û modêleke pir girîng disekine.” 
 
Konukçu, herî dawî jî got ku çareserî bi têkoşîna hevpar pêkan e.