Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye

  • rojane
  • 14:49 3 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku çareseriya tu kesekî ji bo krîzên li cîhanê tune ne û wiha got: “Tenê çareseriya birêz Ocalan ji bo krîzên li cîhanê heye.” 

13’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) berdewam e. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di lijneyê de axivî û ji ber ku fikriyata HDK’ê tam bi cih ne anîne rexnedayina xwe da. Bayindr, wiha got: “Lê belê HDK’ê li dijî yekperestî û îktîdara AKP-MHP’ê têkoşiya. Bi vê boneyê ez xebatkarên HDK’ê pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim. Fikrên birêz Ocalan her tim ji bo azadiya gelê kurd û ji bo rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê rê nîşan da. Ev sed sal in yekperestiyê ferz dikin lê îro pêkhateyên cuda di bin sîwana HDK’ê de bûn yek. Em dikarin bi rêya vê têkoşînê pergala yekperest bidin sekinandin.” 
 
‘TENÊ FIKRÊN BIRÊZ OCALAN JI BO ÇARESERIYÊ HENE’ 
 
Bi domdarî Bayindir destnîşan kir ku îktîdarê li Rojhilata Navîn paşvegav avêtiye û ev yek jî girêdayî têkşîna azadiyê ye. Bayindir, ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me gav bi gav êrişên îktîdarê têk bir. Lewma dem dema HDK’ê ye. Heke kesên azadîxwaz li ser vê bingehê bên gel hev, em ê gelên Tirkiyeyê azad bikin. Fikrên birêz Ocalan ên di vê çarçoveyê de girîng in. Sekna wî her tim ji bo gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn girîng bûn. Fikrên wî îro li Rojhilata Navîn belav dibin. Têkildarî krîzên li cîhanê tenê fikrên çareseriyê yên birêz Ocalan hene. Ji bilî wî tenê yek çareserî tune ye. Lewma jî ji bo bingeha HDK’ê xurtir bibe em ê her tim piştgiriyê bidin û hêviya azadiyê mezin bikin.”