Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir

  • rojane
  • 08:38 3 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê bi koda zer hişyariya barîna zêde ji bo bajarên bakurê Kurdistanê kir. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da bajarên bakurê Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji saetên serê sibehê ve dê li başûrê Mêrdînê û deverên rojavayê Şirnexê barîneke zêde bibare. Her wiha li Êlih, Sêrt, Bedlîs, Colemerg û Wanê jî li benda barîna baranê ne. Bi domdarî hate gotin ku li deverên bilind û çiyayî yên li başûrê Wanê, bakurê Colemêrgê û rojhilatê Şirnexê jî dê şilope û berf bibare. 
 
Midûriyetê ji ber barîna zêde, ji bo bajarên Bedlîs, Colemerg, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Êlih û Şirnexê hişyariya bi koda zer kir.