Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin

  • rojane
  • 16:53 2 Mijdar 2024
  • |
img
SEMSÛR - Zarokan di Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê de çîroka “Pîrê û Rovî” ku kirine lîstika şanoyê pêşkeş kirin. 
 
1’emîn Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi aktîvîteyên cûr bi cûr berdewam dike. Mihrîcana ku di pêşengtiya Komeleya Pêşî Zarok de tê lidarxistin bi pêşkeşkirina lîstika “Pîrê û Rovî” ya ji çîroka kurdî hatiye wergirtin berdewam kir. Lîstika ji aliyê xwendekarên navenda çandê ve hate pêşkeşkirin, ji aliyê temaşevanan ve hate ecibandin. Temaşevanan demekî dirêj ji bo performansa zarokan li çepikan dan. 
 
Komeleya Muzîkîst a Mihrîcanê jî atolyeya “Afrîkan Polîfonîk Vokal” li dar xistin. Zarokên ku bi boyaxkirina rûyên xwe tev li atolyeyê bûn, li gel perwerdekaran pêşkeşkirina muzîkê kirin. Aktîvîteya dawî ya îro jî bû pêşkeşkirina xêze fîlmê Zarok Tv’yê yê bi navê “Gergerok”. 
 
Mihrîcan dê sibê bi aktîvîteyên cûr bi cûr berdewam bike.