Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
- jin
- 18:15 01/12/2022
Jinên ku binçavkirina aktivîstên TJA'yê şermezar kirin, gotin ew ê tim bibêjin, "Jin, jiyan, azadî".
Jinên ku binçavkirina aktivîstên TJA'yê şermezar kirin, gotin ew ê tim bibêjin, "Jin, jiyan, azadî".
Jin Bi Hev Re Bihêz in têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava bi dirûşma “Ji şer re Na” vîdeoyek parve kir. Di vîdeoyê de wiha tê gotin: “Bombeyên li Rojava tên barandin ne ji bo ‘ewlehiya’ me lê ji bo pêşeroja desthilatdariyê tên barandin.”
Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Her ku berxwedana jinan mezin dibe faşîzm êriş dike” hate weşandin.
40 jinên ji ber li Antalyayê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de tev li meşê bûbûn, hatibûn binçavkirin û derbarê wan de doz hate vekirin, diyar kirin ku çalakiya wan rewa û qanûnî ye û anîn ziman ku rastî tundiya polîsan hatin.
Di çarçoveya lêpirsîna derheqê aktîvîstên TJA’yê de gelek jin di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku jinên binçavkirî 36 saetan bi kelemçekirî hatine hiştin û li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê îşkence lê hatiye kirin.
Jinên ku li dijî tundiya polîsan di 25 Mijdarê de ji qadan venekişiyan, destnîşan kirin ku wê li dijî armanca “serî tewandinê” ya deshilatê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Pinar Pelîn Gîrîtlîoglûyê diyar kir ku polîtîkayên bajarbûniyê bi feraseteke nêrza tên birêvebirin û jin tên vederkirin û got ku bi pêkanînên wekî otobûsa pemberî texsiya pembe, parka jinê û qehwexaneya gel re polîtîkaya "jîngehên civakî" jinê bêtir hepsî malê dike.
Jin Bi Hev Re Bihêz in (KGB), şideta polîsan a li jinan û binçavkirinan jinan protesto kir. Di çalakiya protestoyê de hat diyarkirin ku têkoşîn sînoran nas nake û hat xwestin ku jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê giliyê polîsên ku di meşa 25’ê Mijdarê de tundî li jinan kiribûn kirin û wiha gotin: “Heta ku temamiya polîsên îşkencekar tên darizandin dê têkoşîna me bidome.”
Endamên TJA’yê û jinên HDP’î ku bertek nîşanî binçavkirina jinan a di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de dan wiha gotin: “Tu jinên kurd li dijî vê pergalê serê xwe netewand û wê netewîne. Têkoşîna jinan nikare were darizandin.”
Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li CPT’yê kir ku ji bo ku bi berpirsyartiya xwe ya têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi cih bîne.
Danişîna doza kesê bi navê M.S. ku li Wêranşarê “îstîsmara zayendî” li zirxwişka xwe ya 10 salî S.S. kiribû hat lidarxistin. Di dozê de daxwaza girtina bersûcê îstîsmarê hat redkirin.
Aktîvîstên TJA’yê bertek nîşanî êrişên polîsan ên di dema çalakiyên di 25’ê Mijdarê de li dijî jinan hatine kirin û biryara binçavkirina 50 jinan dan û wiha gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ji berxwedana jinan a li Îranê bi pêşengtiya jinan mezin dibe tirsiya, jin kirin hedefa xwe. Yekitiya jinan, desthilatdarî tirsand.”
Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye hatiye destpêkirin, hat binçavkirin.
Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê ku ji bo serdema nû hat lidarxistin, bi dawî bû.