Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e
- jin
- 16:41 25/11/2023
Jinên bi boneya 25’ê Mijdarê li gelek bajaran di çalakiyan û aktîvîteyan de hatin bahev, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” daxwazên xwe yên azadiyê qîriyan.
Jinên bi boneya 25’ê Mijdarê li gelek bajaran di çalakiyan û aktîvîteyan de hatin bahev, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” daxwazên xwe yên azadiyê qîriyan.
Jinên bi dirûşmeya “Li dijî xizantî, newekhevî, tundî û şer; têkoşîna bi rêxistinkirî” meş li dar xistin, aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn û destnîşan kirin ku ew ê destûrê nedin polîtîkayên şerê taybet.
Siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata, di peyama xwe ya bi boneya 25’ê mijdarê weşand de wiha got: “Gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez serbikevin. Jin jiyan azadî.”
Jinên ku bi boneya 25’ê Mijdarê li Wanê meş li dar xistin, destnîşan kirin ku bi têkoşîna didin nikarin bên darizandin û ev peyam dan: “Sedsala 21’yemîn dê bibe sedsala azadiya jinan.”
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, JINNEWS'ê çeteleya tundiyê parve kir. Di nava 10 mehan de 287 jin hatine qetilkirin û 183 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Li Bodrûmê Fîgen Bezmez ji aliyê kurê xwe yê 16 salî ve bi kêrê hate qetilkirin.
Rêvebera NADA'yê Abeer Hassaf anî ziman ku berxwedan û tifaqa jinan her roj mezintir dibin û wiha got: "Astengiya li ber rêxistineke jinan a gerdûnî, dîwarên netew-dewletan e. Divê jin rêxistin û tifaqa xwe xurttir bikin û wî dîwarî hilweşînin."
Parlamentera HEDEP’ê Ayten Kordû ya di paneleke li Dêrsimê hate lidarxistin de axivî, anî ziman ku tundiya li dijî jinan a li bajêr bi polîtîkayên şerê taybet tê pêşxisitn û wiha got: “Gulistan Dokû li ku ye? Ev polîtîkaya şerê taybet bi xwe ye.”
Jinên ku amadekariyên dawî yên 25’ê Mijdarê dikin, bang li hemû jinan kirin ku ji bo jiyaneke bêşer û bêtundî biherikin qadan.
Şaxa ÎHD’a Amedê daxuyand ku di saleke dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê herî kêm 34 jinan bi awayekî biguman, jiyana xwe ji dest dane.
Di rapora tundiyê ya Komeleya Jinan a Starê de hat destnîşankirin ku di 22 mehan de li Wanê 23 jin hatin qetilkirin. Di raporê de hat gotin ku jin li şûna saziyên fermî, serî li komeleya wan didin û sedema vê jî weke fikara “ewlehî” û “ziman” diyar kir.
Li Wanê jinan diyar kir ku sedema bingehîn a zêdebûna tundiyê polîtîkaya necezakirinê ye ku li faîlan tê sepandin.
Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûyîna xwe xurt dikin, bi Hiqûqa Malbatê ya ji 6 sernavan û 41 xalan pêk tê, malbatê ji nû ve pênase kirin.
Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş anî ziman ku ew ji bo bi temamî jiholêrakirina nêrzatiya di çapemeniyê de têdikoşin û got: "Her ku ziman diguhere feraset, her ku feraset diguhere kes diguherin."
Zanyara Siyasetê ya Misirî Fernas Attîa anî ziman ku têkoşîna wan dê dûr û dirêj bidome û got: "Em berdewama wê têkoşînê ne ku me ji Zanobia, Nefertiti, Hatshepsut, Shajarat al-Durr, Dr. Suhair Al-Qalamawi, zanyar Samira Moussa û gelekên din dewr girtiye. Em ê li ber xwe bidin."