Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
- jin
- 09:26 09/12/2017
Jinên li gundê Bogatepe yê Qersê piştî komele ava kirin bi berhemên alternatîf yên tibê şîfayê belav dikin. Jinan bi vê xebata xwe rûpelek nû li dîrokê vekirin. Jinên ku komele avakirin li kargeriya xwe gihayan kom dikin û ji bo nexweşiyan dikin dermanê bi şîfa. Gundiyên nexweş dikevin li şûna biçin nexweşxaneyê tên derman ji van jinan distînin.
