Midûrê tacîzkar serbest berdan
- jin
- 17:28 12/2/2018
Birayê parlamenterê AKP'î û Midûrê Îdareya Koçberiyê ya Konyayê Ahmet. B. yê kutacîzî jinek koçber a Misirî kiribû serbest hat berdan.
Birayê parlamenterê AKP'î û Midûrê Îdareya Koçberiyê ya Konyayê Ahmet. B. yê kutacîzî jinek koçber a Misirî kiribû serbest hat berdan.
Rêxistina Efoya Navneteweyî, ji bo parazvanên mafên mirovan Atena Daîmî û Gulrux Îbrahîm Îrayî yên ji Girtîgeha Evîn a Tahranê sirgûnî Bajarê Reyê kirin û rastî tundiyê hatin, banga çalakiya lezgîn kirin. Daîmî û Îbrahim Îrayî ji 3'ê Sibatê heta niha di çalakiya greva birçîbûnê dene.
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan a hefteyek e li Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn di bin çavan de ye civîna çapemeniyê lidar xistin û diyar kirin ku tenduristiya Gokkan nebaş e û ji tenduristiya Gokkon bi fikar in.
Xwişkên hev Semra û Mekiye Guzel yên hatin îxraç kirin, li gel 2 hevparên xwe yên ji pîşeyên cuda hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin û berhemên xwezayî yên bi keda destan difiroşin. Xwişkan, diyar kirin ku ev ne tenê xebateke aboriyê ye, di heman demê de bertek û sekna wan a li dijî polîtîkaya ku jinê ji jiyana civakî dûr dixe ye.
Li Îranê girtiyên siyasî aktîvîst û wênesaz Atena Daîmî û Gulrux Îbrahîm Îrayî ragihandin ku vê sibê li gorî saeta Îranê di 10.00’an de dest bi greva birçîbûnê kirine.
Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Kararhanci, li dijî êrîşa li ser Efrînê bertekên xwe anî ziman û got: "Berxwedana jinan hêviyê dide me hemû jinan. Divê em li dijî êrîşan xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê pêş bixin."
Koma rîtimê ya jinan Rîtim Kolektîf , ji bo bernameya xwe ya 8'ê Adarê ji niha ve dest bi provayan kir. Yek ji avakarên Rîtm Kolektîfê perwerdekar Selda Ozturk got: "Em berxwedana xwe û gotina xwe bi rîtiman îfade dikin."
Leyla Muştu, bi dezgehek vekiriye û bi keda destan hilberînê dike debarê dike. Muştu xwest jin ne li berdestê mêran, bi keda xwe jiyana xwe bihûnin.
Polîsê tevgera taybet B.K. yê îstîsmarî M.B.ê kir û serbest hat darizandin, beraet kir. Parêzera M.B. Asls Pasinler, bertek nîşanî biryarê da û got: "Di vê dozyayê de helwesta darazê ya zayendîparêz pir zelal e." Parêzer dê birara beraetê bişînin temyizê.
Kongreya Star a Efrînê, li dijî êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê bang li hemû jinên cîhanê kir û got: "Em bang li xwişkên xwe yên cîhanê dikin. Divê bi lezgînê hûn bikevin nava tevgerê." Kongreya Star, diyar kir ku dê îşev saet 20.30'an de dest bi kampanyeye #WomenRiseUpForAfrin bikin.
Jinan, diyar kirin ku dê bi coş û rengên xwe beşdarî kongreya HDP'ê bibin û wiha gotin: “Çi bikin bila bikin dê HDP tim li ser piyan be û têk neçe. Em banga tevlîbûnê li hemû jin û raya giştî dikin.”
Ji gelek partiyên siyasî û rêxistinên pişeyî yên cûda jin hatin gel hev û Platforma Jinan a Amed Dîcle avakirin. Endama Platformê Mîzgîn Yavuz, derbarê avakirina platformê de got: “Bi OHAL’ê re tundî û bêmafiyên li ser jinê zêdebûn. Platform dê li dijî van demildest refleks nîşan bide.”
Parêzerên jin bertek nîşanî îşkenceya li ser bedena şervana YPJ’ê Barîn Kobanê ku di êrîşên li ser Efrîn de jiyana xwe ji dest da, dan û gotin: “Bedena cenazeyê jinekê tazî nîşandan, di hiqûqa navneteweyî de sûc e.”
Gelek jin li Amedê hatin gel hev, li dijî polîtîkayên ku jinan bê nasname dihêle, ji mafên perwerde û xebatê mehrûm dike, jinan di malê de hepis dike, Platforma Jinan a Amed Dîcleyê ava kirin.
Li gorî rapora Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin, di meha yekemîn a 2018'an de 28 jin qetil kirin, 147 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man, 25 jinan şideta zayendî dît.