KCDP: Di nîsanê de 30 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin
- jin
- 11:59 07/5/2018
Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora meha nîsanê ya cînayeta jinan aşkere kir û diyar kir ku di Nîsanê de 30 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin
Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora meha nîsanê ya cînayeta jinan aşkere kir û diyar kir ku di Nîsanê de 30 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku lez dane xebatên xwe yên hilbijartina zordest û got: “Em ê bi dirûşmeya jinê mora xwe li serdemê bixin.”
Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu, destnîşan kir ku li Tirkiyê di 10 salên dawî de şideta li hemberî jinan 3 qat zêdetir bûye û ji ber ku di vî warî de tu lêkolînên dewletê tune ne, rêxistinên civaka sivîl daneyan berhev dikin û dibe ku bîlanço zêdetir bibe.
Jinên kedkar ên Wanê anîn ziman ku dê li qada 1’ê Gulanê bersivê bidin pêkanîn AKP’ê yên li ser jinan û kedkaran û gotin: “Em ê starta hilbijartina 24’ê Hezîranê li qada 1’ê Gulanê bidin.”
Jina penaber Pervin Bauzî ku zor û zahmetiyê jiyaye bi jinên Tirkiye re parve kir, diyar kir ku li aliyekî ji ber penaberiyê rastî cudakariyê tê, li aliyê din jî ji ber nasnameya xwe rastî gelek zor û zahmetiyan hatiye.
Mamosteya resman Nesrîn Ilgoz ku atolyeya hunerê vekir, diyar kir ku ew li dijî pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ye û ji ber vê wê tiştekî wisa kiriye.
Koordînasyona Meşa Jinan a Cîhanê ya Tirkiyeyê, bang li jinan kir ku di 24’ê Nîsanê de ji bo bi hevre bijîn, bikevin nava tevgerê kir. Li Amedê jî TJA û KESK’ê kesên di Plaza Rana de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.
Hevseroka HDP’ê ya Enqerê ku piştî biryara hilbijartina zordest lez dan xebatên xwe, diyar kir ku AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên heya îro nîşan da ku çiqas ji jinan ditirse û got: “Berî her tiştî dê jin bersiva herî baş bidin AKP’ê.”
Prz. Şenay Tavûz, pêşnûmaya Zagona Îstîsmara Zayendî ku dixwazin bi rêbaza “Xesandina Kîmyewî" rê li pêş sûc bigirin nirxand û got: "Zagonên heyî ger rast têxin meriyetê pêdivî bi yên nû tune ye.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, got ku ji ber AKP nikare welat bi rêve bibe biryara hilbijartinên zordest da. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê DÎlan Dirayet Taşdemîr jî, diyar kir ku bi taybetî 24’ê Hezîranê ji bo jinan dê bibe werçerxa dawî.
Jinên di “Konferansa Tundiya li ser Bingeha Zayendiya Civakî û Jinên di Rejîma Stargehê û Koçberiyê de ne" kom bûn, pirsgirêkê jinên penaber niqaş kirin. Dîrektora Têkiliyên Derve û Parastina Jinê ya bi Qidem Joan Timoney, got: “Divê em di perspektifa zayendî de li xebatên xwe binerin.
Aktîvîst Songul Ozînver, der barê pêşnûmeya qanûnî ya îstîsmara zayendî ya pêşkêşî meclîsê hat kirin de axivî û got: “Ev ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayê tundiyê ye. Îstîsmar awayekê tundiyê ye. Divê ev neyên piştguhkirin û li gorî vê yekê cezayên pêwîst bên dayîn.”
Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku erka dewletê ewe ku istîsmarê rake û rê li pêş îstîsmarê bigire û wiha got: "Guhertina der barê Xesandina Kîmyewî de tekakesîkirina pirsgirêkê ye."
Jinên koçber, bi armanca ku ew û hevzayendê xwe yên ji Tirkiyeyê re ceribandin û ezmûnên xwe parve bikin, li atolyeya ku Komeleya Piştevaniyê ya Jinên Koçber a Navnetewî li dar xist hatin gel hev. Endama Avakar a Komeleyê Ayşe Çelîk, diyar kir ku bertekên erênî ji bo atolyeyê hene.
Amîne Olmez ku hema bêjê jiyana wê temamî di nav xwezayê de ye, 35 salin bêrîvaniyê dike. Olmez bal kişand ser qedexekirina zozanan û got: “Çawa ku her kulîlk li ser axa xwe zîl dide, em jî li van çiyayan hêşîn dibin.”