‘Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin'
- jin
- 09:02 24/11/2018
Jinan ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin û gotin: "Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin û esas bigirin."
Jinan ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin û gotin: "Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin û esas bigirin."
Jin bi armanca 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijberi Jinê li gelek navendan kom bûn û gotin: "Em ê ji bo hemû mafê xwe yê hatiye desteserkirin bê westan û rawestan dê têbikoşin."
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê rapora tundiya li dijî jinê aşkere kir û diyar kir ku di 6 salan de li herêmê 374 jin hatin kuştin. ÎHD'ê di raporê de da zanîn ku hiqûqa heyî ya Tirkiye nikare mafê jinan biparêze.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê piştgirî dan berxwedana Leyla Guven û gotin: "Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan demildest bi dawî bibe"
Parêzer Sena Yazibagli Gul bal kişand ser kêmasî û çewtiya qanûnên heyî yên der barê şideta li hemberî jinê û got: "Divê hikûmet ji bo jinan hem di warê civakî hem jî di warê aborî de hin sererastkirinan çêbike."
Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, anî ziman ku jin ji bo jiyanê veguherînin têdikoşin, lê belê tim bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Onder got: "Ji bo em di civakê de, li mal û di siyasetê de bibin xwedîgotin têdikoşin. Em dixwazin gotina xwe bibêjin û li gorî ruhê jinê bijîn."
Jinên li Mêrsînê bi dirûşmeya "Li hember şideta zilam em ê bêdeng nebin, em dev ji mafên xwe bernadin" ji bo 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan û bibin yek.
Platforma Jinan a Dicle ya Amedê (DAKP), li PTT ya Ofîsê ya Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re kart şandin.
Platforma Jinan a Axtamarayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya xwe aşkere kir û bi şîara “Em li dijî şideta we ya mêrantî bêdeng nabin. Em di têkoşîna rêxistinkirî de tên ba hev” hemû jinan vexwendin qadan.
Xwişka Pinar Gamsiz a li malê bi guleya polîsan hat kuştin, Asiye Kaya, diyar kir ku her jinek tê kuştin ew dîsa êşa xwişka xwe hîs dike û wiha got: "Divê her kes li dijî jinên tên kuştin di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan."
Li Manîsayê jinên ji bo keyatiyê bûn bernamzet, diyar kirin ku ew ê di 25'ê Mijdarê de ber bi Qada Kolanê ve bimeşin û gotin: "Em ê li dijî krîza aborî, şidet û xizaniyê bi hev re tev bigerin û têbikoşin."
Aktîvîsta jin Masih Alînejad li Îranê bi porê vekirî wêne kişand û tevgera #MyStealthyFreedom da destpêkirin. Alinejad, diyar kir ku li Îranê jinbûn tê wateya ku rojane li dijî zagonan be û wiha got: “Li gorî Rejîma Îrane ez sucdarek har im. Ji ber ku ez bêtir jin im. "
Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê yên li derveyî welat, li Belçîkayê konferansek li dar xistin û Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) ava kirin.
Platforma Jinê ya Dersimê daxuyand ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li hemberî şidet û çewisandinê dakevin qadan.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi peyamekê piştevaniya avakirina Platforma Zimanê Kurdî kir û ragihand ji bo xebatên ziman çi peywîr bikeve ser milê wan ew amade ne.