Di nav ewqas mêr de çayfiroşek jin
- jin
- 09:25 09/6/2018
Li Wanê hema bêje kesên bi semaweran çay çêdikin û difiroşin hemû mêr in. Lê belê jina bi navê Xecê Pejan li Beşyolê binî semawerê xwe pêxist û dest bi firotina çay kir.
Li Wanê hema bêje kesên bi semaweran çay çêdikin û difiroşin hemû mêr in. Lê belê jina bi navê Xecê Pejan li Beşyolê binî semawerê xwe pêxist û dest bi firotina çay kir.
Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku parlamenterên mêr tim di meclîsê de şer dikin û got: “Em jin ji bo vê yekê biguherînin tên.”
Li Muglayê ji 7 namzetên HDP’ê 4 jê jin in. Namzetên jin Sultan Ozcan û Husran Belgîn Koç, diyar kirin ku armanca wan ew e ku pêşiya Qanûna Bingehîn a Jinan vekin û gotin: “Bila jin welat bi rêve bibin. A niha dema jinan e. Em bang li jinan dikin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.”
Aysel Gezgîncî, piştî komkujiya Roboskî ji cemaeta û partiyên rastgir ên muhafazakar qetiya û tev li xebatên HDP'ê bû. Gezgîncî, li Îzmîrê ji bo serkeftina HDP'ê derî bi derî degere. Gezgincî, diyar kir ku hemû bawerî û fikir dikarin bi hêsanî xwe di nava HDP’ê de bînin ziman û wiha got: “Wekî Mewladan gotiye Hûn çi dibin bibin, werin HDP’ê"
Li Merivanê Ameneh Saidi û Feride Saidi bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Akademîsyen Asli Aydemîr, diyar kir ku halên jinê yên di danezanên hilbijartinê yên partiyan de cih digire, mirov nikare ji bîrdozî û nêzîknatiya rola zayendiya civakê ya partiyan cuda bigire dest û wiha got: “Takene partiya ku bibe bersîvea daxwaza jinê HDP ye."
Prof. Dr. Fatmagul Berktay, anî ziman ku hin partiyên siyasî ku tenê de beriya hilbijartinê têkoşîna ji bo demokrasiyê dixin rojeva xwe, bi vê vegotinê careke din jinan datînin hêlekê. Berktay, destnîşan kir ku divê jin li qada raya giştî li hemberî vê yekê bitêkoşin.
Jina civaknas û femînîst Feryal Saygiligîl, diyar kir ku hikûmet li şûna polîtîkayên jinê esas digere pêş bixe, polîtikayên malbatê esas digire pêş dixe û wiha got: "Ev polîtîkayên hikûmetê rê li pêş cînayetên jinê vedike. Li şûna polîtîkayên malbatê divê polîtîkayên mafê jinê esas bigire.
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Bîrgul Yildirim, diyar kir ku ew bi hêvîne ku herî kêm 4 wekîlan li Dîlokê derxin û wiha got: “Em biçin parlamentoyê em dê bibin dengê jin û ciwanan."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, di HDP'a ku temsîliyeta wekheviyê û pergala hevserokatiyê heye de, jin bêtir xuya ye û got: "Tekane partiya ku dengê jinê bilind dike HDP ye."
Meclîsa jinan a HDP’a Dîlokê, bi sedan jin re li navçeya Şahînbey meşiyan. Jinan bi tilîlî û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” kolanên Şahînbey hejandin.
Nesrîn Tuncel a ji ber ku di rêza 9’emîn a namzetiya parlamenteriya CHP’a Dîlokê de cih girt, ji namzetiya CHP’ê xwe vekişand, diyar kir ku sozên ‘Wezareta Jinan’ a partiyê ji bo wan îronî dihat û got: “Di mijara jinê de teorî û pratîka CHP'ê ji hev nagirin. Temsîliyeta wekhev tenê di HDP’ê de heye.”
Hanim Akkûş ku ji bo HDP'ê di nav xebatên hilbijartinê de cih digire, ji dêvla ku li malê li zarokên xwe binere, birêvebirina xebatên hilbijartinê tercîh dike. Akkûş, destnîşan kir ku zarokên wê gotiye "dayê neçe", lê ew ji bo pêşeroja hemû zarokan di nav xebatan de cih girtiye.
Namzeta HDP'ê ya Antalyayê Gulya Hasbay ku ji zarokatiya xwe ve li dijî zayendîparêziyê têdikoşe got: "Min soz daye hevalên xwe, em ê bi paş ve gav navêjin."
Jinên Tekirdagî, bi bîr xistin li bajarê wan ji 7 namzetên AKP'ê yek jê jin e, lê ji yên HDP 3 jê jin in û gotin: "Em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ev berpirsiyariyeke wijdanî ye."