Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
- jin
- 09:40 23/11/2021
Li Girtîgeha Sîlîvriyê li 60 girtiyên ku ferzkirina nasnameya girtîgehê qebûl nakin û ji ber vê meheke hevdîtinê red dikin, ceza hat birîn.
Li Girtîgeha Sîlîvriyê li 60 girtiyên ku ferzkirina nasnameya girtîgehê qebûl nakin û ji ber vê meheke hevdîtinê red dikin, ceza hat birîn.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran, destnîşan kir ku girtiyên jin bi pêkanînên derî mirovahiyê re rû bi rû dimînin û got: "Li dijî pêkanînên dijminane têdikoşin. A dikeve ser milê me jî, em wan bi tenê nehêlin."
Tevgera Jinên Azad (TJA), rapora xwe ya têkildarî tundiya li ser jinê ku hemû bajarên herêmê dihewîne nav xwe aşkera kir.
Jinên siyasî yên girtî ku girtîgehan veguherandine "keleha berxwedanê" diyar kirin ku yên ku çûna desthilatdariyê misoger dikin, jinên wêrek in.
Hat îdiakirin ku Nûrcan T. a li Ercîşê bi çekê hat kuştin, di şerê navbera hevjîn û xezûrê xwe de hatiye kuştin.
Zilamên ku di partiyên siyasî û rêxistinên sivîl de cih digirin, destnîşan kirin ku wekhevî bi têkoşîna jinê re bi guherîn û veguherîna zilam pêkan e û ev tişt gotin: "Tundî, pirsgirêke ku tenê bi têkoşîna jinê bê derbaskirin nîne. Tekoşînê jinê tenê dikare hin destkeftiyan bîne."
Jinên çalakger Dîlbent Turker, Nazîfe Toprak û Gulbîn Demîrel, li dijî pergala kapîtalîst a mêr a kedxwariyê berxwedana xwe kirin yek. Jinên kedkar û berxwedêr ku bi mehan e keda wan tê xwarin, ji bo mafê xwe, dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bigêjin hev.
Jinên ku li Enqere û Edenê amadekariyên 25'ê Mijdarê dikin, li dijî tundiya zilam-dewletê banga hevdîtina li qadan kirin.
TJA û MATUHAYDER, li gelek navendan Qanûna Înfazê û neberdana girtiyên nexweş şermezar kir û ev daxuyanî da: "Em bibin dengê hemû jinên girtî".
Jinan li gelek navendan bal kişandin ser tundiya li jinan tê kirin û ji bo meşên meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê bangên beşdariyê hatin kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê Zehra Semo diyar kir ku wan bi “Şoreşa Jinê ya Rojava” re li dijî zîhniyeta mêrsalarî têkoşîneke demdirêj dane destpêkirin û wiha got: “Destkeftî, ji ber ku moral û cesaretê didin jinên li Tirkiyeyê jî hedef tên girtin.”
Jinên kurd di bin banên cuda de bênavber têkoşiyan û niha di bin banê TJA'yê de têkoşîna xwe didomînin. Aktîvîsta TJA'yê Naşîde Toprak got her çend sîwanên têkoşînê hatine guhertin jî lê berxwedana wan nehatiye guhertin.
Dayika Aştiyê Emîne Koç a 64 salî bîr û baweriya xwe ya ji bo têkoşînê bi van gotinan xulase dike: "Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin. Ez nebînim jî dê yên li pê me bibînin."
Endamên Platforma Jinan a Enqereyê, ji bo çalakiya ku dê di 25'ê Mijdarê de li dar bixin bang kirin: "Em li dijî tahdeyê li qadan bin. Em bi hev re bihêz in."
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de jinan çalakî û şahiyên cuda li dar xistin û ev peyam dan: "Divê em hem di hêla siyasî de hem jî di hêla têkoşîna mafan de piştevaniyê xurt bikin."