Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
- jin
- 14:18 12/2/2022
Rewşa Yelîz Balkaş a bi awayekî biguman ji qata 5’emîn a avahiya mala xwe ya li navçeya Peyasê kete xwarê, ber bi başiyê ve diçe.
Rewşa Yelîz Balkaş a bi awayekî biguman ji qata 5’emîn a avahiya mala xwe ya li navçeya Peyasê kete xwarê, ber bi başiyê ve diçe.
Dilşah Alkan ku bi salan e li dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê têdikoşe, niha jî ji bo hevjînê wê yê girtî û nexweş Îbrahîm Alkan bê berdan di Nobeda Edaletê de ye. Alkan got: "Heya edalet pêk bê wê çalakiya xwe bidomînin."
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku siyaseta şer a AKP-MHP’ê rê li ber xizanî, alozî û tundiya li ser jinê vekiriye û wiha got: “Dê jin, dawiyê li vê desthilatiyê bînin û zîhniyeta wan dersînor bikin.”
Li navçeya Peyasê hat îdiakirin ku Yelîz Balkaş ji qata 5’an a avahiyê ve ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye.
Jinên HDP'î bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê û destnîşan kirin ku dê li dijî vê rizandinê di civakeke biexlaq û polîtîk de israr bikin.
Jinan diyar kir ku siyasetmedar Aysel Tûglûk naveke girîng a tevgera jinê ye û gotin: "Heya Aysel bê berdan em ê têbikoşin."
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo paqijiyê ji xwe re sêke çêkiribû. Dozgeriyê, têkela fêkî û şilaviyê ku ji bo çêkirina sêkeyê tê bikaranîn wek “alkol” nirxand û derheqê girtiyan de angaştname amade kir.
Dozger mutalaayza xwe ya derbarê binefserê kujer Yûsûf Çalişkan ku Dîlek Kaya kuştibû da û cezayê muebbeta giran jê re xwest.
Cerdevan Îzzet Devecî ku xwişka xwe Aysel Yaşar û hevjînê wê Îbrahîm Yaşar kuşt hat binçavkirin.
Dosyayên ku Endam Meclisa Şaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Endam Meclisa Şaredariya Gêlê Bahar Karakaş Ûlûg ku ji peywirê hatibûn girtin jê tên darizandin ji bo mutalaayê ji dozgeriyê re hatin şandin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û girtiyên nexweş li Wanê bi parêzeran re hat gel hev. Gunay, ji bo girtiyên jin banga piştevaniyê kir.
Danişîna doza kujer Ercan Akkaş ku hevjîna xwe Seda Kurt qetil kiribû û ji bo girtina wî bultena sor hatiye derxistin, îro bû. Di danişînê de parêzeran û xizmên Kurt xwestin ku kujer Akkaş di zûtirin dem de bê girtin. Dadgehê doz taloq kir.
Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê revî û hevjîna xwe Remziya Yoldaş (29) qetil kir, ji doza tê darizandin “bi zanebûn kuştinê” cezayê hefsê yê muebbetê lê hat birîn.
Felek Tanirgan ku bi darê zorê ji gund hatiye derxistin, 3 caran hatiye girtin, 23 sal in hevjînê wê girtiye û keçek wê 10 sal û 6 mehan di girtîgehê de maye, bi têkoşîn û berxwedaneke 5 salan kujerê keça xwe daye girtin. Tanirgan, tiştên hatine serê wê wekî "bedêla ji bo azadiyê" pênase kirin.
Meclisa Jinan a HDP’ê derheqê êrişên li ser siyasetmedarên jin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li dijî parlamenter Semra Guzel û jinên siyasetmedar encama têkçûna desthilatdaran e û dê armanca van êrişan hasil nebin.