Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
- jin
- 14:49 09/1/2023
Dîlara Gultay û Cansû Demîrel ên li Stenbolê windayî bûn, li malekî mirî hatin dîtin.
Dîlara Gultay û Cansû Demîrel ên li Stenbolê windayî bûn, li malekî mirî hatin dîtin.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn û beşdaran wiha got: “Pergala mêr-serdest jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê bo xwe weke gefekê dibînin.”
Derbarê dirûşma "Jin jiyan azadî" de ya ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan di 25'ê Mijdarê de hatiye berzkirin de lêpirsin hat destpêkirin.
Jina bi navê Necmiye Vûral a li Karabaglara Îzmîrê ku dixwest ji M.A., veqete, ji aliyê wî ve hat kuştin.
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Elîf Berk diyar kir ku pêşengên Tevgera Jinên Kurd bi zanebûn tên hedefgirtin û got: "Ji ber hêza jinê ya berxwedêr, birêxistinkirî bingehên dewletê dihejîne, rêxistinbûn û civakîbûna jinê, desthilatdaran ditirsîne, komkujiyên li dijî têkoşîna jinan bi tifaqa dewletan pêk tên."
Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin li navçeyên Rihayê hatin bibîranîn û peyama “Mezinkirina têkoşînê” hate dayîn.
JA’yê li Amedê bi merasîma bîranînê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, kesên di duyemîn Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dayîn û Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bi bîr anî.
TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek navçeyên Stenbolê 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku 10 sal berê li Parîsê hatibûn qetilkirin, bibîr anîn.
Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku tecrîd destekftiyên têkoşîna jinan dike hedef û got: “Divê em li her qadan li dijî tecrîdê têkoşîna xwe berfireh bikin.”
TJA’yê û Meclisa HDP’ê li Riha û Semsûrê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn.
Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk diyar kir ku jinên têkoşer di hedefa pergala faşîst a zilaman de ne û got: “Em dengê xwe bi jinên Rojhilat, Rojava, Îranê, Belûcî û Afganistanê re bilind dikin. Em dengê xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bêtirs têkoşiyan bilind dikin.”
Rêya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li dîasporayê li bajarê Parîsê digihîje hev. Ew li dilê Kurdistanê li Amedê hatibûn oxirkirin û li sê warên cuda bûbûn 3 şitil.
Jinan di salvegera windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê de ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve winda ye, careke din pirsîn: "Gulîstan Dokû li ku ye?"
Li navçeya Silopiyayê her 7 jinên kurd ku di dîrokên cuda de hatine qetilkirin hatin bibîranin. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr a di bîranînê de axivî wiha got: "Di kesayeta jinên pêşeng de dixwazin tirsê ava bikin û tekoşina me têk bibin. Lê ew nizanin ku tekoşina me ji tirsa wan mezintir e."
Bi pêşengiya TJA’yê rêxistinên jinan ên li Amedê bi armanca salvegera qetilkirina sê jinên li Silopiyayê daxuyanî dan û wiha gotin: “Dengê jinan ên li dinyayê bilind dibe dengê şoreşê ye.”