Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
- jin
- 11:14 06/9
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tebaxê ya JINNEWS’ê; di tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tebaxê ya JINNEWS’ê; di tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Dayik Şerîfa Panahî ya gora kurê xwe Ramîn Huseyîn Panahî yê li Îranê hatiye darvekirin digere, wiha got: “Ramîn ji bo azadiyê canê xwe feda kir. Ruhê wî di laşê min de dijî, ez êdî Ramîm im.”
Karkera çandiniyê Medîne Akyuz a 18 salî ku ji bo perwerdehiya xwe bidomîne û alîkariya malbata xwe bike dixebite, got: "Xerabûna pergalê, van zehmetiyan li me ferz dike. Lê divê em qebûl nekin."
Arîfa Fatîmayê diyar kir ku li Efxanistanê hewl tê dayîn ku nasnameya jinê bê tunekirin û got: "Berxwedana jinên kurd a gerdûnî, rêya me hemûyan ronî kir. Ez difikirim ku em ê bi têkoşîneke hevpar destkeftiyên xwe ji nû ve bi dest bixin."
YRJ’ê îmzeyên di kampanyaya “Na ji darvekirinê re” de berhev kiribû ji 14 saziyan re şand.
Di atolyeyên ku TJA û DBP’ê pêk anîn de jinan diyar kirin ku wê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bersiv bidin polîtîkayên şerê taybet.
Komeke zilaman a ji malbata Elçîçek li navçeya Dihê 4 jin derb kirin. 2 zilamên êrişkar piştî îfadeyê hatin berdan.
MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a tebaxê de diyar kir ku di meha tebaxê de zextên li ser rojnamegeran zêde bûne û hat gotin 25 binpêkirina mafan derketine pêş her wiha azadiya platforma dîjîtal jî hatiye sînorkirin.
Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdag re dê ji bo Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê kampanyaya azadiyê bide destpêkirin.
Seroka Komeleya Pêşî Zarok û Jinan Mujde Tozbey destnîşan kir ku Narîn Guran ne tekane zaroka li Tirkiyeyê winda bûyî ye, lê nedîtina wê ji kêmasiya desthilatê ya di vê hêlê de ye û li dijî van polîtîkayan banga têkoşîna hevpar kir.
Jinên ku her hefte tev li “Hevdîtinên Keda Jinê” ya ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li parkên cuda tê lidarxistin bûn, xwestin ku ji bo dîtina keda wan xebat bên berfirehkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev yek dê rêya aştiyê veke.”
Jina ciwan a bi navê Merve Daşcan li Semsûrê ji hêla hevjînê xwe Ekrem Daşcan ve bi çekê hate qetilkirin.
Li navçeya Yûmûtalikê Murat Durust, Ayşe Durust a pê re zewicî bû, qetil kir.
Dayika Sema Yuceyê Zennûre Yuce ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê got: "Min soz da Semayê, heta ku hebim ez ê ji bo aştiyê bitêkoşim."