Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
- jin
- 09:02 31/7/2022
Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Sîham Dawid ku yek ji beşdarên Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn e, diyar kir ku di forûmê de biryarên têkildarî azadiya jinê hatine girtin û got: "Ji bo azadiya jinê divê em bi hev re û mil bi mil bixebitin û hêviyên xwe bikin yek."