Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
- jin
- 12:23 03/10/2022
Li Amedê jina bi awayekî sîstematîk tundî lê dihat kirin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, li Ispartayê jî jinek ji aliyê zilamê ku pê re zewicîbû ve hate qetilkirin. Li Enqereyê jî dadger Serkan Tuzun ê di Wezareta Dadê de peywîrdar, hevjîna xwe qetil kir.