Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn

  • jin
  • 15:02 9 Çile 2025
  • |

MEREŞ - Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan ku li Parîsê tevî Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku têkoşîna jinên hatin qetilkirin bi Şoreşa Rojava re aj dane.

Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di 9’ê Çileya sala 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Fîdan Dogan, di 12’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Xoponê ya navçeya Elbistan a Mereşê hat bibîranîn. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina DEM Partî û DBP’ê yên Mereş, Dîlok û Semsûr, gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. 
 
Girse ji ketina goristanê heta gora Fîdan Dogan meşiya û li vir daxuyanî da. Piştî rezgirtinê daxuyanî hate dayin. Endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû daxuyanî xwend. 
 
Piştre jî Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor axivî û wiha got: “Fîdan Dogan jineke şoreşger, dilsoza azadiyê, şopdara kevneşopiya ruhê têkoşer a Zerîfeyan bû.  Yek ji mînakên herî bedew a dilsoziya bi jin, xak û welêt re bû. Têkoşîna mafdar û birûmet a gelê xwe li qada navneteweyî belav kir, di siyaset û dîplomasiyê de berpirsyariyên girîng girtibû ser xwe û bi rola xwe radibû.  Di demên herî zor û zehmet de ji bo aştiyek birûmet û mayinde têkoşiya. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em li ser gora wê dîsa dubare dikin ku bîranîn û têkoşîna wan dê her tim rêbera me be."
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî di bîranînê de ev tişt anî ziman: “Her çend diviya hikûmeta Fransayê vê qetilkirinê ronî bikira jî, lê dîsa jî ne diyar e kê ev tetîk kişandiye. Em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jin û Kurdistanê didomînin, em ji Sakîne û Sêvê re diyar dikin ku ev têkoşîn têkoşînek mafdar e. Kuştina li dijî jinê, sûîqasta li dijî azadiya jinê ye. Bi polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê re dibêjin ku ev bûyereke tecrît e û kiryar nediyar e. Em dizanin ku Sakîne û Fîdan bi hişmendiya netew-dewletê hatin qetilkirin. Em hemû hevalên xwe yên di vê rêyê de bedel dane, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.” 
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Fîdan Dogan.