Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir

  • jin
  • 09:21 20 Mijdar 2024
  • |

AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê diyar kir ku wan midûriyetên jinan ên ku ji aliyê qeyûmt ve hatibûn bêerkkirin yek bi yek çalak kirine û projeyên ku ew ê bi sernavê "Tundî, tiryak, budçe û bajarê ewledar" pêk bînin vegot.

Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê re çend roj mane. Şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de bi dirûşmeya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" dest bi kampanyayekê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku wê salekê dewam bike, navendên jinan ên ku bi taybetî di serdema qeyûm de bûn hedef, wê ji nû ve werin vekirin û rêveberiyên herêmî wê li dijî tundiya li hemberî jinê roleke çalak bilîzin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî yek ji wan şaredariyan e ku kampanyayê bi rê ve dibe. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di nava 7 mehan de Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û yekîneyên girêdayî wê ji nû ve çalak kir. Ji bo bi hezaran jinan serlêdana JINKART hat destpêkirin. Bi qerta ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye dayîn, jinên ku ewlehiya wan a civakî û dahata wan nîne, dikarin bê pere yan jî bi erzanî ji xizmetên şaredariyê sûd wergirin. Dîsa bi Baroya Amedê re li dijî tundiya li ser jinê protokol hat îmzekirin. Li ser daxwazên jinan yekîneyeke li dijî bikaranîna tiryak û madeyên hişber hat vekirin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak xebat û kampanyaya şaredariyê ya di warê jinan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
PÊVAJOYA QEYÛM
 
Serra Bûcakê anî ziman ku ew bi desthilatdariyeke ku destkeftiyên jinan hedef digire re rû bi rû ne û got ku qeyûm ew aktor in ku li herêmê polîtîkayên desthitê dimeşînin. Serra Bûcakê got: "Qeyûm jî weke sîstem bi xwe bi nêzîkatiya tekparêz tên birêvebirin. Qeyûm pergala yekzilamî ye. Polîtîkayên jinan, beşên xizmetên jinan. Perwerdehiya jinan û xebatên hişmendiya zayendî herî zêde ji ber vê yekê tên astengkirin."
 
Serra Bûcakê bal kişand ku di serdema qeyûman de midûriyetên jinan hatine girtin û wiha got: "Mînak li welatê me Midûriyeta Polîtîkayên Jinan nehat girtin, bê erk hat hiştin. Ya yekîneyê digire yan jî bê erk dike. Midûriyeta me ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê hebû. Pişt re 'Xeta Alo Tundiyê' hebû. ‘Îstasyona Pêngava Ewil’ hebû. Stargehên me yên jinan hebûn. Qeyûman ev pergal xera kir. 'Xeta Alo Tundiyê' û ‘Îstasyona Pêngava Ewil’ girtin. Navenda Piştevaniyê ya Jinê dest ji xebatên li dijî tundiyê berdan. Bi vî awayî teslîmî me kirin."
 
YEKÎNEYÊN KU HATINE ÇALAKKIRIN
 
Serra Bûcakê got: "Dema ku em hatin, me dît ku pergala me hatiye hilweşandin. Me midûriyetên Daîreya Polîtîkayên Jinê ji nû ve çalak kirin. Me bi civaknas, derûnas û hevalên jin ên pispor ên ku vî warî nas dikin îstihdam kir û dest bi kar kir. Ber bi 25'ê Mijdarê ve;me midûriyeta têkoşîna li dijî tundiyê, midûriyeta aboriyê, midûriyeta pêşxistina aborî û îstihdamê ya jinê ava kirin. Hê me 'Xeta Alo Tundiyê' û ‘Îstasyona Pêngava Ewil’ ava nekirine. Ev jî wê di çaçroveya kampanyaya ku me di çaçroveya 25'ê Mijdarê de daye detspêkirin bên avakirin." 
 
Serra Bûcakê diyar kir ku her wiha di nava 7 mehan de bi Baroya Amedê re protokolek îmze kirine ku ji bo jin desteka hiqûqî ya bêpere bi dest bixin û JINKART li zêdeyî 7 hezar jinan hatiye belavkirin. 
 
MECLISA JINAN HAT AVAKIRIN
 
Serra Bûcakê da zanîn ku wan dest bi atolyeyên wekheviya zayendî û hişmendiya zayendî jî kirine û got: "Em li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê perwerdeyê li dar dixin. Me li Şaredariya Bajarê Mezin Meclisa Jinan ava kir. Hem endamên meclisa jin, hem serokên daîreyan ên jin, midûrên şaxan û xebatkar di vê meclîsê de cih digirin. Me protokola Wekheviya Jin û Mêran a di Jiyana Herêmî ya Ewropayê de (CEMR) îmze kir. Bi demê re hemû şaredariyên me jî îmze kirin." 
 
DI BUDÇEYA 2025'AN DE CIHÊ JINÊ
 
Serra Bûcakê diyar kir ku dê di budçeya şaredariyê ya sala 2025'an de ji bo polîtîkayên jinan budçeyek cuda bê amadekirin û wiha got: "Em ê vê mehê budçeyê bipejirînin. Ev budçe dê bibe budçeya gel. Ji ber ku me civînên xwe yên li ser mijarê, civînên bi saziyên sivîl û civînên bi gel re kirin. Me civînên gel ên li taxan bi jinan re pêk anî. Me budçeya xwe ya sala 2025'an bi giranî li ser polîtîkayên civakî, astengdaran, polîtîkayên binesaziyê, veberhênanên binesaziyê, veberhênanên DÎSKÎ, park û baxçeyan û paqijkirina hawirdorê amade kir. Pêwîst e bê gotin ku me bi dîtina pirsgirêkên kombûyî yên taxan budçeyek beşdar û gelparêz çêkir."
 
Serra Bûcakê diyar kir ku piştî hilbijartinê wan li gelek cihan bi jinan re hevdîtin pêk anîne. Serra Bûcakê daxwazên jinan ên di van civînan de wiha nirxand: "Di van civînan de her tiştên jinan ên li ser perwerde, tenduristî, çûnûhatin û serpêhatiyên jinan ên li qadên giştî hatin eşkerekirin."
 
Serra Bûcakê destnîşan kir ku niha xebatên wan ên di vî warî de li qadê didomin û got ku ew ê li taxan yekîneyên nû vekin û bi van yekîneyan re xebatên pêşîgirtina li tiryakê bigirin. 
 
XEBATÊN DI ÇARÇOVEYA KAMPANYAYÊ DE
 
Serra Bûcakê kampanyaya têkildarî tundiya li dijî jinê zêde dibe nirxand û got: "Em ê mekanîzmayên têkoşîna li dijî her cure tundiya ku jin rastî wan tê, xurt bikin. Em ê xebatên hişyarkirin û perwerdeyê jî bi leztir bikin. Em ê bi awayekî xurt li qadan xebatên li dijî tundiyê bimeşînin. Bi xebat û lêkolînên li taxan ên ji bo hişyarkirinê em ê her cure tundiyê derxin holê. Em ê li qadan û di civînên jinan de li dijî her cure tundiyê rabin." 
 
Serra Bûcak got: "Mînak di 25'ê Mijdarê de em ê panelên jinan, perwerdeyên jinan, civînên taxan, atolyeyên jinan pêk bînin. Her wiha em ê çalakiyên tevlîhev çêbikin. Di otobus, wesayîtên gel û qehwexaneyan de em ê bi mêran re tundiyê gengeşe bikin."
 
Serra Bûcak got: "Heta ku em tundiya li ser jinan rawestînin û sîstemeke ku jin li tax, kolan û malên ewle bijîn ava bikin, dê xebatên me bidomin." 
 
MA / Mujdat Can