NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Jîna Muderîs ragihand ku dadgehê belgeyek jê re şandiye û xwestiye roja Şemiyê xwe radestî girtîgeha jinan ya Sineyê bike.
Rojnamevan Jîna Muderîs Gorcî li ser malpera xwe ya tora civakî ragihand ku Dadgeha Sineyê belgeyek fermî jêre şandiye da ku cezayê lê hatî birîn, were bicihanîn.
Jîna Muderîs di peyama xwe de wiha got; “Şaxa 4’an a Dadgeha Sineyê, belgeyek ji min re şandiye. Di belgeyê de dibêje, divê roja Şemiya were xwe radestî girtîgeha jinan ya li Sineyê bikî. Bi tometa ‘alîkariya komên muxalîf’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ cezayê 16 mehan yê girtîgehê li min hatiye birîn.”