NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, agahiyên li ser rewşa girtiyan hatin parvekirin û daxwaza berdana wan hat kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, bi armanca balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, li ber avahiya Sumerbanka Kevn ya li Konakê çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemînin, nebin hevkarê sûc" hat daliqandin û îşaret bi rewşa girtiya nexweş Ayşe Kayra ya li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê hat kirin.
Daxuyanî ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHD a Îzmîrê Gulay Bîlîciyê ve hat xwendin. Gülay Bîlîciyê bal kişand ser nexweşînên Ayşe Kayrayê û got ku her diçe tenduristiya wê xirabtir dibe.
Gulay Bîlîciyê destnîşan kir ku divê tenduristiya AYşe Kayrayê esas bê girtin û bê berdan.
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 589'emîn a çalakiyên xwe de li Qada Sakaryayê kom bû. Di çalakiyê de ku dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd îşkence ye, dawî li tecrîdê bînin" hatin berzkirin, vê hefteyê li ser ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ê 61 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Bolûyê tê girtin, hat sekinandin.
Hevserokê Şaxa ÎHD a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci metna daxuyaniyê xwend û got ku Demîr di 28'ê Îlona 1996'an de hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birin. Yazmaci ku bal kişand ser tenduristiya Demîr da zanîn ku di çavê wî de makûla heye û ji ber vê çavê wî yê rastê ji sedî 90 nabîne û her wiha apnnesiya xewê jî oê re heye û li gel vê nexweşînên wekî fitiq, lerizandina destan, nexweşîna guhan û vertîgo jî pê re hene.
Di çalakiyê de hat xwestin ku dermankirin Demîr birêkûpêk bê kirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
STENBOL
Çalakiya "Rûniştina F" a 717'emîn ku ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo balkişandina ser tenduristiya girtiyên nexweş, li ber şaxa Beyogluyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de rewşa tenduristiyê nexweş Enver Yanik, Samî Ozbîl, Hasan Ruzgar, Sureyya Bulut û Serpil Cabadan hat destnîşankirin. Pankartên bi nivîsa "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Girtiyên nexweş berdin" hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Mehmet Acettîn û Nihat Aktaş ên ji Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD ya Stenbolê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Enver Yanikê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, Süreyya Bûlût a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, girtiyê nexweş Samî Ozbîl ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê û girtiyê nexweş Hasan Ruzgar ê li Girtîgeha Tîp f a Edîrneyê hat sekinandin.
Di daxuyaniyê de daxwaza dermankirin û berdana girtiyan hat kirin.
