AMED - Çetîn Arkaş, di civîna gel de got: “Heke aştiyek bibe, dê mihasebeya her tiştekî were krin. Ji bo aştiyeke mayinde, divê em bi tiştên hatine kirin re hevrû bibin û hev helal bikin.”
Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li navçeya Bismilê ya Amedê bi gel re civîn li dar xist. Civîn, li eywaneke navçeyê hat kirin, posterê Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan û pankarta “Ciwan ji bo civakeke demokratîk jiyana komunal ava dikin” hatin hilayîstin. Çetîn Arkaş ku demekê di Girtîgeha Îmraliyê de bû, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa weke axêver tev li bûn. Bi sedan kes tev li civînê bûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Sûzan Akîpayê di hevdîtinê de got: “Birêz Ocalan di hevdîtinan de got ku dê ji hevdîtinên aştiyê paşvegavê neavêje. Hêj şert û mercên azadiyê nehatine avakirin. Divê azad bibe. Dikarin vê meseleyê li ser ‘mafê hêviyê’ çareser bikin. Divê şert û merc wekhev bin. Entegrasyona demokratîk, ew e ku Kurd û Tirk weke du stûnên cuda bên cem hev. Misogerkirina hebûna Kurdan a di destûra bingehîn de, girîng e. Birêz Ocalan di hemû hevdîtinan de behsa girîngiya avakirina zemîna yasayî dike. Divê ev zemîn were avakirin.”
BANGA JI BO MITÎNGÊ
Ayla Akat Atayê jî got ku dê nêrînên gel bigihînin Abdullah Ocalan û got ku weke gel ji Abdullah Ocalan bawer in. Ayla Akat Atayê ji bo mitînga ku dê di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê were lidarxistin jî banga tevlibûneke xurt kir.
'LI EYWANÊ NE POSTERÊ RÊBER APO LÊ EW BI XWE DÊ BIBE’
Çetîn Arkaş, bi bîr xist ku di têkoşînê de kesên jiyana xwe ji dest dan û hêj jî hestiyên wan nehatine dîtin hene û got: “Heke aştiyek bibe, dê mihasebeya her tiştekî were kirin. Em ê ji bo aştiyeke mayinde hevrû bibin û hev helal bikin. Heke armanca vê pêvajoyê aştî be, wê demê divê ne posterê Rêber Apo, ew bi xwe li vir be. Dibêjin pêvajoya din ji ber hilbijartinên 7’ê Hezîranê xera bû. Lê ne wisa ye. Pir beriya wê xera bûbû.”
Arkaş, axaftina xwe wiha dom kir: “Rêber Apo got; ‘Qetilkirina Vedat Aydin çi be, ya Tahir Elçî jî mına wê ye. Bi kuştina Tahir Elçî re pêvajoyeke nû dest pê kir. Divê her kes bi vê bizane. Pêvajoyeke giran li pêşiya me ye. Lê çi jî bikin jî dê werin vê derê. Cihê çareseriyê ev der e. Bi ser pêvajoyê re 10 sal derbas bûn û vaye mîna Rêber Apo gotibû, li Îmraliyê dest pê kir.”
'EM AŞTIYÊ HÎS BIKIN’
Çetîn Arkaş, bertek nîşanî zimanê îktîdar û medyayê da û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê qebûl nekin ku ji rêberê gelekî re bibêjin ‘terorîst.’ Rûmetekî Kurdan heye. Bawerî wiha ava nabe. Heke di mitbaxê de aştî bikele, divê bêh were ku mirov bawer bike. Nexwe ya din dê rê li ber bêbaweriyê veke.”
