HATAY - Baskê meşa “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ya DEM Partiyê ya Herêma Çukurovayê li Samandagê dest pê kir. Sezaî Temellî di meşê de got ku ew ê daxwazên gel bigihînin Meclisê û got: “Budçe ne ji bo çekan, bila ji bo aştiyê bê veqetandin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di demeke hevdîtinên ser budçeyê li Meclisê didomin de, ji bo li dijî krîza aborî û xizaniyê dengê edaletê mezin bikin ji çar baskan ve ber bi Enqereyê ve dimeşe. Yek ji baskên meşa “Budçeya ji bo ked û aştiyê” jî li Parka Ahmet Comert a li navçeya Samandag a Hatayê hate destpêkirin.
Endama Komîsyona Avhewa û Edaletê Gul Oruç beriya meşê axivî. Gul Oruçê got ku ji bo Hatay a ji erdhejê bibandor bûbû dîsa raber ser pêyan hewceye hikûmet alîkariyê bide.
Namzetê Odeya Esnaf û Zinaetkaran a Samandagê Îsmaîl Kiliç jî xwest ji bo gel û esnafên Hatayê dîsa rabin ser pêyên xwe, deynên wan ên bac û SGK’ê bên jêbirin.
‘RÊYA AŞTIYÊ WEKHEVÎ YE’
Endamê Meclisa Şaredariya Samandagê yê CHP’î Metîn Yuksek jî xwest bêhiqûqtî, cihêkarî û zexta li ser nasnameyên cuda tên kirin bên bidawîkirin û got: “Rêya aştiyê, wekheviya di navbera gel û baweriyan de ye.”
‘KARESATEKE SIYASÎ HEYE’
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî got ku dê daxwazên gel ên weke edaleta aborî, siyaseta demokratîk û wekheviya civakî bigihînin Meclisê û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me ya edaletê didome. Ev erdhej weke karesatê hate pêşkeşkirin lêbelê di pişt wê de karesata siyasî hebû. Bi rêya rantê ya li bajaran mafê jiyanê yê mirovan tune hesibandin û têkoşîna me ya li dijî vê dê bidome.”
‘HEVDÎTINÊN BUDÇEYÊ JI KOLANÊ QUT BÛNE’
Temellî, pirsgirêkên cotkar û esnaf dijîn bi bîr xist û got ku hevdîtinên budçeyê yên li Meclisê ji kolanê qut bûne. Temellî, got ku nabe hevdîtinên budçeyê di nav çar dîwaran de bên kirin û wiha domand: “Derdê vê budçeyê esnaf, cotkar, kedkar û jin nînin. Tekane derdê wan, sermaye ye û parastina berjewendiyên sermayeyê û xizmeta ji feraseta milîtarîst re ye.”
‘EM TIŞTA AYDÊ XWE DIXWAZIN’
Temellî, diyar kir ku îktîdar mecbûr e mafên gel li gel vegerîne û budçeyê li gorî gel amade bike. Temellî, wiha domand: “Em tişta aydê xwe dixwazin. Dewlemendiya ku berhema keda me ye, aydê me ye û em naxwazin pêşkeşî sermayeyê û baronên şer were kirin. Têkoşîna me ya ji bo vê didome. Ji bo faîzê 2.1 trîlyon lîre, ji bo çek, ÎHA, SÎHA’yan 2.7 trîlyon çavkanî heye lêbelê ji 19 trîlyon lîreyan bo cotkaran, kedkaran, jinan û civakê budçe tune ye. Li pêşberî me budçeya mêr heye. Di budçeyê de navê jinê tune ye. Budçeya ji bo jinan hatiye veqetandin, wekî pêkenokê ye. Niha nîqaş dikin ka kêmtirîn mûçeyê bikin 27 hezar yan 28 hezar lîre. Lê sînorê xizaniyê bi ser 90 hezar lîreyan de ye. Em jî dibêjin divê herî kêm bi nîviya sînorê xizaniyê be. Lê ew nîviya daxwaza me jî nadin. Çima? Ji ber ku di zîhniyeta wan de kedkar tune ne.”
‘NERAZÎBÛNA ME HEYE’
Temellî, da zanîn ku kedkar hildiberînin û dewlemend jî dixwin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji sedî 90’ê gelê Tirkiyeyê xizan e. Xizanî êdî tundî ye lê têkoşîna li dijî wê tune ye. Dibêjin em alîkariyê didin 20 milyon mirovan. Bi vê gotina xwe, xwe teşhîr dikin. Anku xizaniyê birêve dibin. Li dijî vê zîhniyetê nerazîbûna me heye. Li şûna şer, dikariyan budçeyê bo cotkar, kedkar, teqawid, jinan veqetandina. Li dijî vê rewşê em mecbûr in têkoşîna xwe birêxistin bikin û mezin bikin.
TIRKIYE LI AŞTIYA XWE DIGERE
Tirkiye niha li aştiya xwe digere. Çawa ku Tirkiye li pey pariyê nanê xwe be, her wiha li pey mafê xwe yê aştiyê ye. Em hem têkoşîna xwe hem jî muzakereyan dimeşînin da ku aştiya civakî bixin meriyetê. Li dijî vê derdikevin. Lê em ê dev jê bernedin ji ber ku ev mafê jiyanê ye. Heke aştî hebe dê nan jî hebe. Lewma divê em van her du têkoşînan bikin yek.
Rewşa piştî daxuyaniya birêz Ocalan derketî holê, ji bo me girîng e. Ev serdem, serdema têkoşîna ji bo aştiyê ye. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn em aştiyê dixwazin. Em ji bo vê têdikoşin. Em dibêjin bila budçe ne ji bo çekan lê ji bo aştiyê were veqetandin.”
Piştî axaftinan, girse ber bi Îskenderûnê ve dest bi meşê kir.
