STENBOL - Bêrîvan Barîn a OHD’î diyar kir ku li Girtîgeha Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hatiye astengkirin û got ev yek li dijî ruhê pêvajoyê ye.
Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Li Girtîgeha Tîpa F a Boluy3e ku bi binpêkirinên giran di rojevê de ye, tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin. Piraniya van girtiyan jî zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ne. Li hêla din, febrîqeyeke li kêleka girtîgehê tê çêkirin, bandoreke neyînî li ser tenduristiya girtiyan dike. Parêzeran, da zanîn ku dema hinek girtî tên hevdîtinê rûpoşê li xwe dikin. Hat gotin ku tecrîda li girtîgehê di lûtkeyê de ye.
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bêrîvan Barîn, têkildarî Girtîgeha Boluyê axivî. Bêrîvan Barînê got ku binpêkirinên mafan ên li vê girtîgehê ji yên girtîgehên din cuda ne û got: “Di demên dawî de tecrîdeke giran tê ferzkirin, mafê tenduristiyê bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin û tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên astengkirin. Ji biryarên dadgehan wêdetir, em dibînin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bênavber girtiyan ceza dikin. Miwekîlên min behsa sepana hucreyên yekkesî kir. Girtiyên muebbeda girankirî di odeyên ji bo 3 kesan de diman. Lê niha di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Enes Tunç, Abdurrahîm Pamuk, Umît Doganay, Uygur Doganay û çend kesên din di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Li gel ku Umît û Uygur Doganay birayên hev in jî nahêlin di heman hucreyê de bimînin. Niha tecrîdeke giran heye. Piştî sepana hucreyên yekkesî, niha jî saetên derketina hewşê hatin guherandin. Ji bo hikûmxwarên muebbeda girankirî hev nebînin, saetên wan guherandin. Ev ne sepanekî ewlehiyê ye, ev hewldana têkbirina psîkolojîk û tenêhiştinê ye.”
DAXWAZA SEWQKIRINÊ YA GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ REDKIRIN
Bi domdarî Bêrîvan Barînê anî zman ku li vê girtîgehê dora 110 girtiyên siyasî hene ku ji van 22 jê cezayê wan ê muebbeda girankirî heye û wiha pê de çû: “22 girtî jî zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ne. Tenduristbûna van girtiyan tiştekî pêkan nîne. Piraniya wan bi nexweşiya penceşêrê ketine, lebatên laşê xwe winda kirine, nexweşên KOAH’ê ne û xwîn çûye ser mejiyê wan. Gelek girtiyên siyasî li vir dimînin. Kesên weke Hayatî Kaytan, Mehmet Çaglar, Mehmet Akpolat, Abdulvahap Kavak ku cezayê wan ê muebbeda girankirî heye û girtiyên nexweş ên rewşa wan giran in li vir dimînin. Ev girtiyên nexweş daxwaza sewqa xwe û mafê tenduristiyê dikin. Lêbelê ev daxwazên wan tên redkirin. Ji bo Abdulvahap Kavak me serlêdan kir. Niha li kêleka Girtîgeha Boluyê santrala betonê tê çêkirin. Ji ber înşaeta wê gelek toz û partîkul belav dibin. Ev jî bandorê li wan dike. Abdulvahap nexweşê penceşêra pişikê ye û vê tozê rewşa wî girantir kir. Dema tê hevdîtinê rûpoşê bi kar tîne.”
TEHLIYEYA 13 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN
Di berdewama axaftina xwe de Bêrîvan Barînê da zanîn ku tehliyeya 13 girtiyan hatiye astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgeha Boluyê heta niha her 3 mehan carekê tehliye asteng dikir lê niha 6 mehan taloq dike. Hincetên biryarên wan êdî mîna şablonê bûne. Hincetên weke ‘ji rêxistinê qut nebûye’, ‘poşman nîne’, ‘ji bo tev li civakê bibe amade nîne’ û hwd. nîşan didin. Di esasê xwe de rewşa ‘poşmantiyê’ li dadgehê tê pirsîn. Lê ji ber ku ev kes poşman nînin lewma 30 sal in di girtîgehê de ne. Di esasê xwe de girtiyên ku serî natewînin bi vî awayî careke din ceza dikin.”
‘LI DIJÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE’
Bêrîvan Barînê got ku sepanên heyî li dijî ruhê pêvajoyê ne û axaftina xwe wiha qedand: “Tişta li Girtîgeha Boluyê tê jiyîn ne înfazkirina cezayê ye; nîşaneya wê ye ku girtiyan ji hêla beden, ruh ve têk dibin. Daxwazên me yên weke cîbicîkirina mafê tenduristiyê, ji bo pêwendiyên bi Kurdî wergêr neyê ferzkirin û di mijara febrîqeya li kêleka girtîgehê verastkirineke nû were krin. Çêkirina febrîqeyan a li cihekî ewqas nêzî girtîgehê, astengkirina mafê jiyanê ye. Dive biryarên keyfî yên lijneyê bi dawî bibin. Ev, li dijî ruhê pêvajoyê ye. Ji bo behsa pêvajoyê were kirin, divê ji ewil li girtîgehan were nihêrtin. Heta ku binpêkirinên li girtîgehan bidomin, heta ku tehliyeyên girtiyên siyasî bên taloqkirin dê mirov nekare qala pêvajoyê bike. Di halê hazir de binpêkirinên mafan didomin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû
