ANTALYA - Gardiyanên Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê girtiyê bi navê Îshak Dayan derb kiribûn û jê re gotibûn “Tu dê hêza Tirkan bibînî.” OHD’ê jî hem têkildarî gardiyanan hem jî muameleyên xerab ên li girtîgehê serlêdana sûc kir.
Girtiyê bi navê Îshak Dayan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê tê ragirtin, ji hêla gardiyanan ve hatibû derbkirin û gardiyanan gotina “Tu dê hêz Tirkan bibînî” jê re kiribûn. Nûnertiya Antalyayê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî derbkirina Dayan û muameleyên nebaş ên li girtîgehê, serlêdana sûc kir.
Di serlêdana sûc de hate gotin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û lêgerînên keyfî êdî veguherîne pergalekê û koma “Hêza amade” tevî hewayê sar jî betaniye û rûlihêfên girtiyan diavêjin erdê, lêgerînên di asta îşkenceyê de dikin. Di serlêdanê de hat gotin ku girtî Îshak Dayan ku li dijî vê sepanê nerazîbûn nîşan da, di 3’yê Kanûnê de rastî tundiyeke dijwar hatiye. Hat destnîşankirin ku li gorî vegotinên Dayan; destên wî ji pişt ve hatine kelemçekirin, dema dirêjî erdê kirin gardiyanekî çoka xwe daniye ser qirika wî, gardiyaneke din pêhnek li pişta wî perasûyên wî daye û di vê navberê de gefên nîjadperest ên weke “Em ê te bikujin”, “Tu dê hêza Tirkan bibînî”, “Dê biqîrî û bibêjî ‘Çi bextewar e yê dibêj e ez Tirk im’” lê hatine xwarin û heqaret lê hatine kirin.
FERMANA ‘PÊ LI SERÊ WÎ BIKIN BILA NEYÊ DÎTIN KA KÊ KIRIYE’
Di berdewamê de hate diyarkirin ku ev sepanên behsa xeberê nîşan didin ku li girtîgehan ne tenê zextekî fîzîkî heye lê di heman demê de pergaleke xwe dispêre nefret û zextê heye û wiha hate gotin: “Dayan sê qatan anîn jêrê û di dema anînê de îşkence domiya û kesê bi navê Gokhan ku tê gotin midûrê girtîgehê ye, fermana ‘pê li serê wî bikin bila neyê dîtin ka kê kiriye’ daye. Di 4’ê Kanûnê de jî koma ‘Roborock’ têketiye odeyê û Dayan derb kir. Serê wî li kalorîferê xistin, perasûyên wî dan ber pêhnan û alav-amûrên wî yên li odeyê şikandin. Piştî gotina Dayan a ‘Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe’, girtiyên din jî li deriyan xistine û piştevanî dane.”
JI BO ÎŞKENCEYÊ GOTIN ‘XELETIYA MEMÛR’
Bi domdarî di serlêdanê de hate gotin ku Dayan piştî îşkenceyê birine revîrê û nexweşxaneyê, ji ber îşkenceyê serê wî werimiye, di laşê wî de gelek cih xêz bûne, di perasû û zendikên wî de şopên derbkirinê hatine tespîtkirin, ev tişt bi devkî ji hêla rêveberiya girtîgehê jî hatine qebûlkirin û bi gotina “xeletiya memûr” hewl dane paşguh bikin.
QEYDÊN KAMERAYAN HATIN XWESTIN
OHD’ê di serlêdanê de bal kişand ser rîska tunekirina delîlan û xwest ku qeydên revîrê, raporên nexweşxaneyê û dîmenên tomografi-grafî li dosyayê bên zêdekirin. Hat gotin ku di dema bûyerê de hinek peywirdaran kamerayên xwe yên stû girtine û ji dozgeriyê hat xwestin ku qeydên kamerayên korîdoran bên xwestin.
OHD’ê, tevî rapora piştî hevdîtina bi girtiyên li girtîgehê re amade kiribû re serî li Serdozgeriya Komarê ya Burdurê da û xwest der heqê peywirdaran de ji sûcên “Birîndarkirina biqesdî”, “nefret û cihêkarî” û “Xerab bi kar anîna peywira xwe” lêpirsîn were destpêkirin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ev îşkence li ser fermana kesê bi navê Gokhan ku paşnavê wî nehat zanîn û tê gotin midûr e hatiye kirin. Her wiha hate gotin ku gardiyanên bi navên Selahattîn, Mûrat û Harun ku di komên “Hêza amade” û "Roborock"ê de cih digirin dikarin bi qeydên kamerayan û ji hêla îdareya girtîgehê ve bên tespîtkirin.
Di serlêdanê de hat gotin ku tevahiya van hêmayan nîşan didin ku hêmayên sûcê îşkenceyê çêbûne û der heqê berpirsyaran de lêpirsîneke bibandor û doza cemaweriyê were vekirin.
MA / Mehmet Guleş
