STENBOL - “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya DEM Partî li dar dixe, piştî axaftinên destpêkê, bi pêşkêşiyan didome.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Konferans dê du rojan berdewam bike. Hêj di saetên serê sibehê de gelek kes hatin pêşiya navenda çandê. Bi vekirina derî re beşdaran cihê xwe yê di konferansê de girt. Eleqeyeke zêde ji bo konferansê heye. Ji hundir û derve gelek siyasetmedar, hiqûqnas û aktîvîst li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrûbeyên cîhanê nîqaşan dimeşînin.
Konferans, bi beşa duyemîn didome.
Berfirehiya nûçeyê tê...
