Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike

WAN - Rageşiya li Rojhilata navîn, krîza aborî, bihabûn û pêşbaziya turîzmê bandoreke neyînî li ser turîzma Wanê kir. Hejmara turîstan ku par 980 hezar kes bû, îsal daket 380 hezar kesan. Serokê Anatoliyaya Rojhilat a TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe got: “Bihabûn û şerên li herêmê bandoreke neyînî li turîzmê kir.” 

Bajarê Wanê ku bi xweza û bi berhemên xwe yên dîrokî balê dikişîne, her sal mazûvaniya bi sed hezaran geştyaran dike. Bi taybet jî ji Îranê her sal bi hezaran kes berê xwe didin Wanê. Lêbelê erişên Îsraîlê yên li herêmê, rageşiya li Rojhilata Navîn û bihabûna her tiştekî, bandoreke neyînî li ser turîzma bajêr kir. Di sala 2022’yan de 500 hezar geştiyar, di sala 2023’yan de 980 hezar, di 2024’an de 719 hezar û îsal jî tenê 380 hezar geştyaran berê xwe dan bajar. Bajarê ku par 980 hezar geştiyar hatibûn serdanê dihat payîn îsal ev reqem gelek zêdetir bibe lê piştî şerê Îsraîl-Îranê û sedemên li jor hatine rêzkirin, ev rêjeye gelek ket. 
 
Serokê Desteya Nûnertiyê ya Herêma Anatoliyaya Rojhilat a Yekitiya Acentayên Geştê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Cevdet Ozgokçe bal kişand ser sedemên rê li ber kêmbûna geştyaran vekirin û got: “Yek ji sedema vê jî hevrikiya Dubaî, Iraq, Gurcistan, Batum, Ermenistan ya bi me re ye. Di bazara navxweyî de jî beşekî turîstan berê xwe didin herêmên rojava. Heke em di mijara fiyetan de li dijî van bajar û welatan hevsengiyekê çênekin, mixabin dê turîst neyên. Bazara me ya derve ya herî mezin Îran e û piştre jî Iraq tê. Îsal gelek kêm geştiyar ji Iraqê hatin.”
 
 
BAJARÊ HERÎ BIHA
 
Bi domdarî Ozgokçe anî ziman ku di wextê Newrozê de li Îranê liv û tevgereke zêde çêdibû lêbelê niha ne mîna berê ye û wiha pê de çû: “Li ser vê yekê em tevî nûnerên sektorê çûn 4 bajarên Îranê. Di dema serdanê de me dît ku giliyê wan ê herî zêde di mijara fiyetan de ye. Bihayê hotêl, dikan, loqente, texsî û hwd. zêde dibînin. Heke em vê ferqa fiyetan a bi welatên din re çareser nekin, dê hejmara turîstan her ku diçe kêmtir bibe. Li Antalyayê di serdemên herî zêde kar heyî de, her tişt di nav de tesîs di navbera 110-120 dolaran de tên firotin. Li Wanê bihayê ode-taştê derketiye ser 125 euroyan. Mimkûn nîne em bikarin li dijî vê bihayê pêşbaziyê bikin.” 
 
'DI ŞERTÊN ŞER DE TURÎZM NABE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Ozgokçe anî ziman ku rageşiya di navbera Îran-Îsraîlê de jî bandoreke neyînî li turîzmê kiriye û got: “Cihê aramî lê nebe, turîzm jî nabe. Di serdema şer de tu kesî nexwest ji Îranê were. Me jê re got ‘werin bibin mêvanên me’ lê tu kes ji wan welatê xwe neterikand. Kêmbûna hejmara turîstan, derbekî giran li aboriya bajar da. Ji dikaNên cilûbergan heta yên din, gelek kes mexdûr bûn.”
 
'TU HEWLDANEKE WEZARETÊ NÎNE’
 
Ozgokçe, got ku bi xebatên xwe hejmara turîstan a 25 hezarî derxistina sedhezaran lê li dijî vê hewldana wan Wezareta Çand û Turîzmê neketiye nava tu hewldanan. Ozgokçe, got: “Geştyarên iraqî ji bo bên Tirkiyeyê 200 dolar heqê vîzeyê didin. Heman kes bê vîze diçe Dubaî û Gurcistanê. Ev nayê qebûlkirin. Di vê mijarê de tu hewldaneke wezaretê çênebû. Mixabin wezaretê ji bo turîzma Wanê tu hewldanek nekir. Heke ji deh parên keda me wan tenê parek jî bikira niha rewşa turîzmê ya bajarê me pir cuda bûya.”
 
'GIRTINA BALAFIRGEHÊ DERB LÊ XIST’ 
 
Ozgokçe, got ku piraniya geştyarên îranî û iraqî bi rêbejê tên bajêr û piştre ji vir bi balafirê diçin bajarên din ên Tirkiyeyê. Ozgokçe, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku xetên derve yên balafirgehê girtî ne, hejmara geştyaran jî kêm dibe. Wan, bajarekî xweş e. Gelek îranî û iraqî li şûna 30-40 hezaran bidin balafiran, ji bo yek du rojan tên Wanê, piştre bi 5 hezaran heqê balafirê diçin Antalyayê. Piştre dîsa tên Wanê, li vir danûstandina xwe dikin û vedigerin welatên xwe. Dema balafir nebe, ew girse jî nabe. Ev jî bandorê li rêjeya geştiyaran dike.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê