COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr a ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin.
Dayika Aştiyê Aliye Tîmur a Colemêrgî ku ji bo serdana xizmên xwe çûbû bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê û li wir ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin. Cenazeyê Aliye Tîmurê, danê sibehê ji Iraqê anîn Colemêrgê û li ber avahiya DEM Partiyê ya Colmêrgê merasîmek mezin ji bo wê hat lidarxistin. Di merasîmê de Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî beşdar bûn.
Dayika Aştiyê Saadet Dogma li vir axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û ev tişt got: “Dayika Aliye, hevaleke me ya hêja bû ku demeke dirêj di vê têkoşînê de ked dabû. Em êdî naxwazin ku tu dayik bi çavên girî jiyana xwe ji dest bide. Em dixwazin ev aştî bibe wesîle ku êdî tu dayik negrî. Êdî divê tu dayik bi êş û kulên hesreta zarokên xwe ji vê dinyayê koç neke.”
Piştî wê, Hevserokê Şaxa MEBYA-DER'ê ya Colemêrgê Yûsûf Dundar jî axaftinek kurt kir û sersaxî ji malbatê re xwest.
Piştî axaftinan, Aliye Tîmur bi beşdariya bi sedan kesan li goristana malbatê ya li taxa Berçelanê hat definkirin.
