MÊRDÎN - Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê 'Şiyar Be!' yê Mêrdînê Mucahît Cevheroglu, diyar kir ku ew ê li hemberî firotina tiryakê û tiryakkêşiyê "ji bo jiyaneke nû çareseriyên alternatîf biafirînin."
Li Mêrdînê di salên dawî de bikaranîn û firotina tiryakê gihiştiye asteke zêde ku bi çavan tê dîtin. Digel tiryakkêşiyê, hejmara ciwanên ku li nava kolanan ji xwe ve diçin û tiryakfiroşên bi çekan pev diçinin zêde dibin; tenê di 10 mehan de nêzî 40 ciwanî întihar kirine. Rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û partiyên siyasî li dijî zêdebûna tiryakkêşî û firotina tiryakê ketin nava tevgerê û piştî nîqaşan, biryara avakirina "Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Mêrdînê, Şiyar Be!" dan. Di 30'ê Mijdarê de 47 sazî ku di nav wan de rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, dezgehên perwerdeyê, rojnameger û partiyên siyasî jî hebûn, bi dirûşma "Şiyar be! azad be! aram be! ava ke!" meşek li dar xistin û paşê avabûna platformê ragihandin.
'LI DIJÎ RIZÎNA EXLAQÎ DERKET HOLÊ'
Hevberdevkê Platformê Mucahît Cevheroglu li ser avabûn, armanc û hedefên platformê û gavên ku dê bên avêtin axivî. Cevheroglu diyar kir ku ew demeke dirêj e li ser rizandina civakî ya ku tê jiyîn hûr dibin û hatiye tesbîtkirin ku sedema herî girîng ê vê yekê bikaranîna tiryakê ye. Cevheroglu bal kişand ku ev rewş ne tenê li Mêrdînê, li tevahiya Tirkiyeyê tê jiyîn û ev tişt got: "Em dikarin bibînin ku ev yek li herêma Kurdistanê bi awayekî cuda wekî polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Temenê bikaranîna tiryakê heta 8-9 salî daketiye, bi awayekî aşkera nîşan dide ku rizîna civakî çiqasî berbelav bûye. Ciwanên me di nava çirava tiryak û tiryakkêşiyê de ne. Ji ber vê yekê, bi saziyan re nîqaş dihatin kirin bê ka çi dikare bê kirin. Di encamê de biryara avakirina Platforma Şiyar Be! hat dayîn. Platformeke ku li dijî fuhûş û bikaranîna tiryakê hatiye avakirin. Dema em vê dikin, em ê ji bo ji nû ve avakirina nirxên xwe yên civakî jî bixebitin. Ev fikir bi berbelavbûna bikaranîna tiryakê ya di nava ciwan û zarokan de û rizîna exlaqî derket holê û ev platform hat avakirin."
'PLATFORMEKE KU DÊ JI BO AZADBÛNÊ BIXEBITE'
Cevheroglu anî ziman ku ew naxwazin xebatên xwe tenê bi saziyan bisînor bikin, dixwazin bi tevlîbûna gel mezin bikin û wiha pê de çû: "Ev platform li Mêrdînê ji bo gelan hatiye avakirin û platformeke wisa ye ku dê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo azadkirina mirovan bixebite. Tiryakkêşî çi ye û çima em têgeha 'Azad be' bi kar tînin? Tiryakkêşî rewşa windakirina mekanîzmaya kontrolê ya li derveyî daxwaza kes e. Kesê ku dikeve nava tiryakkêşiyê, ev dibe ku tiryak be, dibe ku tevger be, azadiya xwe winda dike, hesta wî ya 'ezbûnê' hildiweşe û ew wateyên ku dînamîkên civakî lê bar nahewîne. Ji ber vê yekê em dibêjin; 'Nebe tiryakkêş, azad be', şîara me ji vir tê. Kesekî ku ketiye nava tiryakkêşiyê, ne dikare mafên xwe biparêze, ne nasnameya xwe biparêze û ne jî dikare xwedî li çanda xwe derkeve."
Cevheroglu destnîşan kir ku her kesê travmayê dijî nakeve nava tiryakkêşiyê lê her kesê tiryakkêş ji serdemeke travmatîk derbas bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdnîgariya ku em lê ne, bi salan e rastiya şer dijî. Kesekî li vê erdnîgariyê mezin bibe, kesekî travmatîze bûyî ye. Ev jî rewşek e ku dibe sedem ev kes ber bi tiryakê ve bê teşwîqkirin. Ji bo kesan tiryak cihê revê ye."
'JI BO JIYANAKE NÛ DÊ ÇARESERIYÊN ALTERNATÎF BÊN PÊŞKÊŞKIRIN'
Cevheroglu diyar kir ku di hevdîtinên kirine de dîtine yek ji pirsgirêkên hevpar ê mirovan tiryakkêşî ye û her kes ji vê yekê aciz e û got: "Li her taxekê heke rewşeke wiha hebe, em ê têkoşîneke wisa bidin ku şêniyên wê taxê jî tevlî kar bibin, ev yek çi nobet be çi jî şopandina bûyerê be." Cevheroglu da zanîn ku tevî Mêrdîn bajarê mezin e jî, bajarekî wisa ye ku navenda têkoşîna li dijî tiryakê an jî navenda dermankirinê lê nîn e û wiha axivî: "Mixabin, yekîneyên ku bi tiryakkêşiyê re têkoşînê bikin tunene. Em ê di vê mijarê de hewl bidin zextê çêbikin. Nexasim li cihêkî wekî Mêrdînê ku tiryakkêşî lê zêde ye, em ê li ser kêmasiya navendên tedawiyê xebatekê bimeşînin. Rewşeke din jî, em ê têkildarî gavên ku rêveberiyên herêmî dikarin di vê mijarê de biavêjin projeyan pêşkêş bikin. Di warê tedawiya sosyal de jî ji bo tevkariya li jiyaneke nû, em ê çareseriyên alternatîf biafirînin. Em ê bi motivasyona xebateke demdirêj karên xwe bimeşînin."
'EM Ê BI HEV RE VÊ TÊKOŞÎNÊ BIMEŞÎNIN'
Cevheroglu bang li hemû welatiyên hestiyar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şiyar Be platforma we ye. Xwe li derve negirin. Hewl bidin xwe tevlî bikin. Werin em bi hev re paşeroja xwe ava bikin, ji nû ve ava bikin. Ji ber ku ciwanên me tên jehrîkirin. Gelê me tê jehrîkirin. Werin em bi hev re xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Ji bo pêşerojeke azad, ji bo avakirina pêşerojeke ku tiryakkêşî tê de tune be, bi hev re, em vê têkoşînê bimeşînin."
MA / Ahmet Kanbal
