AMED - Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ku piştî temamkirina înfaza xwe hate berdan, got: “Em ê aştiyê bînin. Ez ê tu caran hêviya xwe qut nekim.”
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê ya berê Muhlîse Karaguzel, di 9’ê Tebaxa 2019’an de hate binçavkirin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û mehek cezayê hefsê li Muhlîse Karaguzelê hate birîn. Muhlîse Karaguzel, di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa giran a a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt. Ji Girtîgeha Mûşê şandin Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê. Nexweşiyên wê yên weke dil, qelewî, hîpertansiyon, bêhnkurt, pişt û fitqa stû û hwd. hene. Piştî ku ev nexweşiyên wê girantir bûn, di 4’ê Nîsana 2023’yan de ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate kirin. Li vir gelek caran krîza dil derbas kir. Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Kayseriyê ji bo Muhlîse Karaguzelê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da lê ATK’a Stenbolê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. Di 26’ê Çileya 2024’an de jî Muhlîse Karaguzel rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Îzmîrê. Di 16’ê Sibata heman salê de ji dilê xwe emeliyat bû û ji bo tehliyeya wê serlêdan hate kirin. Li ser vê serlêdanê, înfaza Muhlîse Karaguzelê 2 caran ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Piştî serlêdana 3'yan a bi daxwaza tehliyeyê hate redkirin, bi hinceta ku nêzî salekê cezayê wê maye, dîsa hate girtin. Muhlîse Karaguzel, di 28’ê Mijdarê de piştî temamkirina înfaza cezayê xwe hate berdan.
SALEKÊ DU HUCREYA YEKKESÎ DE MA
Mulîse Karaguzelê, pirsên ajansa me berivand. Muhlîse Karaguzelê, diyar kir ku dema li Girtîgeha Bunyanê 7 caran anjiyo bûye û got: “Heta bersiva daxwaznameya me ya ji bo sewqa nexweşxaneyê dihat dayin, sewqên nexweşxaneyê dereng diman. Li şûna ku piştî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ bêm berdan, bêyî daxwaza min ji bo tedawiyê şandin Girtîgeha Menemenê. Li wir salekê di hucreyê de mam.”
NÊZIKATIYA ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ
Muhlîse Karaguzelê da zanîn ku li Girtîgeha Menemenê rastî cihêkarî û zextê hatiye û got: “Navê min nedigotin, digotin ‘teror.’ Dema cara ewil çûm gelek heqaret li min kirin. Du gardiyanan zext li min kirin, alavên min belav kirin. Li her derê zext hebû. Ez nexweş im û kesên sexbêra nexweşxan dikin hebûn. Hefteyê du caran qawîş paqij dikirin lê ya min paqij nedikirin. Dema min sedema vê jê pirs dikir jî digotin ‘wisa ji me re hatiye gotin.’ Min ji sergardiyan re got wisa nekin lê ev kiryara xwe rast didîtin.”
Bi domdarî Muhlîse Karaguzelê anî ziman ku di dema sewqên nexweşxaneyan de jî pirsgirêk jiyane û wiha pê de çû: “Carnan rewş pir lezgîn bû lê bi hincetên weke ‘leşker tune ne’ sewq dereng dixistin. Gelek wekîlan û parêzeran ji bo berdana min serlêdan kirin lê ji ber nêrîna siyasî nehatim berdan.”
PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Muhlîse Karaguzelê destnîşan kir ku her kes bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk keyfxweş bûye û got: “Ez Dayikek Aştiyê me. Herî zêde dayik aştiyê dixwazin. Bila êdî dayik negirîn. Xwezî beriya bi 20 salan wiha bikiran. Lê ji bo aştiyê tu wext dereng nînin. Hêviya me heye. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û girtîgeh bên girtin. Divê dewlet gavan biavêje ku bawerî çêbibe.”
'EM Ê AŞTIYÊ BIBÎNIN’
Muhlîse Karaguzelê, bal kişand ser wefata endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û got: “Wefata wî em gelek xemgîn kir. Di şexsê wî de dê aştî çêbibe. Em tevek dê aştiyê bibînin. Ne çek, bila pênûs bikeve dewrê. Her kesî gelek êş kişand, êdî es e. Ji bo aştiyê divê her kes tişta ji dest tê bike. Di vê pêvajoyê de em destê xwe deynin bin kevir. Îşala dê tiştên baş bibin. Em ê bi destên hev bigirin, aştiyê pêk bînin û bi ser kevin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
