WAN - Girtiya nexweş Hevseroka HDP’ê ya berê ya Mûşe Bermal Nergîs ku di berxwedana gel a li Wanê de hatibû binçavkirin û girtin, tehliye bû.
Li Wanê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî yên 2024’an şûnde mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan nehatibû dayîn û li ser vê berxwedana gel dest pê kiribû. Hevseroka HDP’a Mûşê Bermal Nergîz di 3’ê Nîsanê de di berxwedana gel de hatibû girtin. Bermal Nergîz ya nexweş hat tehliyekirin.
Bermal Nergîs ji aliyê aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DEM Partî, Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli, hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin û gelek kesî ve hat pêşwazîkirin.
AMED
Li Amedê jî girtiya nexweş Muhlîse Karaguzelê ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de bû, hat tehliyekirin. Muhlîse Karguzel li ber girtîgehê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Guleşn Ozer, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakt û edanma Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sema Koç ve hat pêşwazîkirin.
