AMED - Jin, li Amedê bi pêşengtiya TJA’yê û bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve” meşê li dar dixin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi dirûşma “Bi civakeke demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve” meş tê lidarxistin. Jinên ku li pêşiya Girtîgeha Kevin hatin gel hev, bi dovîz û pankartên “Li hemberî tundiyê em jiyana azad rêxistin dikin”, “Em bi jin, jiyan, azadî xwe diparêzin”, “Heke em hedefa yekemîn a van êrişan bin, wê demê divê yên herî pêş li ber xwe didin em bin” û “Aştiya jinan, parastina jiyaneke azad e” meş dan desptêkirin.
Jinan, bi çepik, tililî û dirûşman ber bi pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê ve dest bi meşê kir.
Berfirehiya nûçeyê tê...
