MÊRDÎN - Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin. Nûçeya têkildarî serlêdana sûc a der heqê Fermandarê Tabûra Komandoyan a Cendirmeyan a Qoserê Kamîl Aksoy weke hinceta dozê hate nîşandan.
Li Midûra Nivîsan a JINNEWS’ê Oznûr Deger û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin doz hate vekirin. Di 16’ê Tîrmeha 2024’an de li gundê Marînê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê cendirmeyan bi ser malekê de girtibû û îşkence kiribûn. Ji bo nûçeya bi sernavê “Der heqê faîlê îşkenceya li Nisêbînê Fermandarê Tabûra Komandayan a Cendirmeyan Kamîl Aksoy de serlêdana sûc” îdiaya “Aksoy hedef hatiye nîşandan” hate kirin û lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîna xwe temam kir û îdianame amade kir. Îdianame, ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hate qebûlkirin.
Di îdianameyê de hate îdiakirin ku nûçeya hatiye çêkirina nakeve ber “azadiya çapemeniyê”. Dîroka danişînê hêj nehatiye diyarkirin.
