Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT ku valahiya desthilatdariyê ya li qada Sûriyeyê wekî fersend dibîne, ji taxa Kurdan a Şamê Riknedînê heta peravên Lazqiyeyê planeke berfireh a "dagirkeriya nerm" xistiye meriyetê. Di demeke wiha de ku bi feraseta "Ixwanî Muslimîn" tevna civakî tê guhertin, li aliyê din di nava rejîma HTŞ/Colanî de rizîbûn û torên qaçaxçîtiya çekan kûrtir dibin.

Guhertinên desthilatdariyê û kaosa herêmî ya li Sûriyeyê, bû sedem ku dewleta Tirk awayên xwe yên destwerdanê yên li ser herêmê curbicur bike. Li gorî agahiyên taybet ên ji qadê hatine bidestxistin; dewleta Tirk ligel hebûna xwe ya leşkerî, bi rêya torên îstixbaratê, hevkarên xwecihî û xebatên di bin navê "alîkariya mirovî" de, hewl dide pêkhateya demografîk û siberoja siyasî ya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bike. Bi taybetî serdegirtinên li ser taxa Şamê Riknedînê û Rêveberiyên Nifûsê yên li peravên Sûriyeyê, nîşan didin ku planeke xeter a "endezyariya civakî" di dewrê de ye.
 
LI RIKNEDINÊ ‘ASÎMÎLASYONA NERM’ Û RÊXISTINIYA KONTRAYÎ  
 
Pêşhatên li semta Riknedînê (Hayi Ekrad) a Şamê ku di dîrokê de bi nifûsa xwe ya Kurd tê naskirin, wekî "guhertoya paytextê" ya polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Efrînê balê dikişîne. Li gorî agahiyan, li taxê di bin kontrola MÎT û Ixwanî Muslimînê de pergaleke nû ya îdarî hatiye avakirin.
 
Anîna bermayiyên rejîma Baasê ya berê û alîgirên Ixwanê (yên wekî Jomerd Wanlî, Sînan El-Raşî) ji bo rêveberiyê, nîşan dide ku rêbazên zextê yên rejîmê tenê "unîforma guherandine". Tax kirine 4 herêmên sereke û her yek ji wan ji aliyê komîteyên girêdayî MÎT’ê ve tên kontrolkirin.
 
Aliyê herî xeter ê vê rêxistiniyê jî "serjimêriya bêdeng" e. Bi rêya alîkariya xwarinê û fîşkirina di bin navê "Sifreyên Îstîbyan" de, hewl didin rêjeya nifûsa Kurd a li taxê manîpule bikin û wekî ji sedî 5 nîşan bidin ku ev dûrî rastiyê ye. Armanc zelal e: Mîna mînakên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, nasnameya Kurd a birêxistinkirî ya li Şamê tune bikin û taxê bi nasnameya "Tirkmen/Ixwan" ji nû ve pênase bikin.
 
PROJEYA PARTIYA ‘KURD-ÎSLAM’ A SEXTE 
 
Çavkaniyên ji qadê radigihînin ku MÎT li Riknedînê ji bo şikandina bandora Tevgera Azadiyê ya Kurd, di bin maskeya "olî" de ketiye nava hewldana dijrêxistiniyekê. Ev pêkhateya ku di bin navê "Partiya Gelê Sûriyeyê" û bi serkêşiya fîgurên wekî Serbest Wanelî de tê birêxistinkirin, armanc dike ku Kurdan ji daxwazên mafên neteweyî dûr bixe û bikişîne ser xeteke "Îslamî" ya di bin kontrola Tirkiyeyê de. Çalakiyên ku li navendên çandê di bin navê "folklorê" de tên meşandin jî lingê çandî yê asîmîlasyonê pêk tînin.
 
DI XETA PERAVÊ DE OPERASYONA 'QEYDAN’ Û GEFA DEMOGRAFÎK 
 
Lingê din ê planê jî li şerîda peravên Deryaya Spî ya Sûriyeyê (Lazqiye, Tartûs, Hûms) tê meşandin. Ketina heyetên Tirk a li Rêveberiyên Nifûsê yên li herêmên wekî Dirêçîşê, lêkolîna kuteleyan û desteserkirina belgeyan, amadekariya operasyoneke demografîk a li ser "tapû û kuteleyan" nîşan dide.
 
Dema mirov li zêdebûna nifûsa Elewî ya li herêmê dinêre, tê nirxandin ku ev pêngav amadekariya "bingeha hiqûqî" ne ji bo bicihkirina komên Tirkmen an jî Sûnî yên radîkal ku dê ji Îdlib û herêmên din werin veguhestin. Sozên MÎT’ê yên di hevdîtinên Washingtonê de ku dibêje "Em ê bakurê rojhilatê Sûriyeyê entegreyî pergala navendî bikin" û "PKK'ê tasfiye bikin", wekî parçeyeke bazariya navneteweyî ya van operasyonên demografîk tê xwendin.
 
DI REJÎMA HTŞ/COLANÎ DE DERIZÎN: QAÇAXÇÎTÎ Û SIRGÛNA EFRÎQAYÊ  
 
Ligel domandina planên "sazîbûnê" yên MÎT'ê, li nava HTŞ'ê ku darê zorê yê li qadê ye, gendelî û aloziyeke mezin heye. Bûyera girtina Îbrahîm El Hifil û piştre bi destwerdana îstixbarata Qeter û Tirkiyeyê berdana wî, têkiliyên qirêj ên li herêmê eşkere kir.
 
Di vê bûyerê de derket holê ku Hifil û têkiliyên wî yên eşîrî di sewqiyata çekên sofîstîke (Katyûşa, fuzeyên dij-tank hwd.) de ku ji Iraqê diçin ji Hizbûllaha Lubnanê re, hatine bikaranîn. Ev rewş îspat dike ku HTŞ û pêkhateyên girêdayî wê, berevajî gotinên xwe yên îdeolojîk, dikarin ji bo pereyan bi milîsên piştgiriyê ji Îranê digirin re jî hevkariyê bikin. 
 
Li aliyê din, serhildana leşkerî ya di Tumena 76'an de û qutkirina mûçeyên leşkeran, rasterast bi plana Tirkiyeyê ya "sirgûkirina van çeteyan a ber bi Afrîkayê (Nîjer, Burkîna Faso)" ve girêdayî ye. Komên ku li Sûriyeyê îdia dikin ku "şoreşger" in, îro veguherîne leşkerên peregir ku ji bo parastina madenên zêran ên şîrketên Tirk li Afrîkayê tên bikaranîn.
 
DAGIRKERIYA CIVAKÎ Û HEGEMONYAYA NÛ 
 
Ligel van hemû daneyan, dimena giştî vê rastiyê derdixe holê: 
 
* Dewleta Tirk li Sûriyeyê stratejiyeke pir-hişk dimeşîne ku armanca wê ne tenê dagirkirina axê, lê belê dagirkirina "zihniyet û civakê" ye.
 
* Bênasnamehiştin: Wekî di mînaka Taxa Riknedînê de tê dîtin, hewl tê dayîn ku Kurd bi rêya aidiyetên "olî" bên Tirkkirin. MÎT, dixwaze profîlekî "Kurdî diaxive lê îtaatî Enqereyê dike" biafirîne.
 
* Endezyariya Demografîk: Destwerdana li ser qeydên nifûsê yên li şerîda peravan, nîşan dide ku nexşeya etnîkî û mezhebî ya Sûriyeyê tê xwestin ku li gorî xeyalên "Mîsakî Mîllî" yên Tirkiyeyê an jî projeya "Kembera Sûnî" were guhertin.
 
* Çetebûn û Îxrac: Komên çekdar ên Sûriyeyî êdî ji "unsûrên şerê wekaletê" derketine û veguherîne hilberîneke îxracatê ku ji bo berjewendiyên gerdûnî yên Tirkiyeyê (madenên Afrîkayê hwd.) tên bikaranîn.
 
Wekî encam; ji meclisên sexte yên li Şamê hatine avakirin heta hevdîtinên li pişt deriyên girtî yên li Washingtonê, ev pêvajo piştrast dike ku astengiya herî mezin a li pêşiya gelên Sûriyeyê (Kurd, Ereb, Suryanî, Elewî) ku rêveberiyên xwe yên cewherî û perspektîfa neteweya demokratîk pêş bixin, ev konsepta "şerê taybet" a di bin kontrola MÎT'ê de ye.
 
MA / Erdogan Altan   
 

Sernavên din

09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:14 Pêkanînan lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê