STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di îdianameya der barê nûçegihanê MA'yê Mehmet Aslan de, xwest Aslan bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îfadeyên şahidê veşarî "K8Ç4B3L1T5" ku berê jî der barê gelek rojnamevanan de îfade dabû, der barê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame amade kir. Îdianame ji Dadgeha Cezayê Giran a 25'an a Edliyeya Stenbolê re hat şandin û hat xwestin ku lêpirsînên berê yên der barê Aslan de hemû bên yekkirin. Îdianame ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil dê sibê (20'ê Mijdarê) bê lidarxistin.
Di îdianameyê de hat xwestin ku Asşan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.
