ENQERE - Zanyarê siyasetê Levent Koker, diyar kir ku daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî Îmraliyê nîşaneya xwedîdekretina li pêvajoyê ye û got: “Hevdîtina şandeya komîsyonê ya bi Ocalan re êdî veguheriye bendewariyeke cidî.”
Zanyarê siyasetê Levent Koker têkildarî gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di civîna koma partiya xwe de got “Heke komîsyon xwe nede ber, ez dikarim sê hevalên xwe bigirim gel xwe û biçim Îmraliyê” axivî. Koker, got ku Bahçelî bi vê gotina xwe xwedî li pêvajoyê derketiye û got: “Birêz Bahçelî bi awayekî xurt got ku divê komîsyon yekser bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ji bo hedefa behsa wê dike jî tespît kir ku tenê bi tevlibûna yekser a tevgera azadiyê ya Kurd pêkan e.”
'EM ÊDÎ DI QONAXEKE JÊNEVEGER DE NE’
Bi domdarî Koker got: “Êdî çûyîna şandeya komîsyonê ya Îmraliyê û hevdîtina yekser a bi Abdullah Ocalan re, veguheriye bendewariyeke cidî. Li gorî min ne ji ber gotina birêz Bahçelî, divê komîsyon di demekî herî kin de biçe Îmraliyê û ev mecbûriyeteke. Kesên tev li civîna koma MHP’ê bûn di dema gotinên Bahçelî de rabûn ser pêyan û li çepikan xistin. Ev jî nîşan dide ku ji hêla hedefa bêçekbûn, aştî û demokrasiyê êdî di qonaxeke jêneveger de ne.”
'ROJAVA NÊZÎ QONAXA ÇARESERIYÊ YE’
Têkildarî nirxandinên Bahçelî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Koker wiha got: “Wisa texmîn dikim ku ne tenê ji bo rewşa erênî ya di mizakereyên navbera HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, her wiha balê dikişîne ser çekşewitandina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, biryara vekişîna ji Tirkiyeyê û herî dawî vekişîna ji Zapê. Naxwazim şîroveyeke pir hestiyar bikim lê mirov dikare bibêje pirsgirêkên têkildarî Rojava nêzî çareseriyê ne. Heke em geşedanên li Sûriyeyê bidin aliyekî; divê Tirkiye li gel zagonên entegrasyonê, ‘mafê hêviyê’ jî di nav de biryarên DMME’yê bicih bîne, girtiyên nexweş û kal berde û efûyeke giştî ya siyasî derxîne. Hewceye komîsyon di rapora xwe ya piştî çûna Îmraliyê amade dike û ji bo bibe zagon pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê dike de teqez hûrgiliyên van xisûsan diyar bike.”
MA / Omer Gungor
