MÛŞ - Ji zaroka 15 salî Elanûr Çakir ku di 13’ê Mijdarê de ji mala xwe ya li navenda Mûşê derket, agahî nayên girtin.
Zaroka 15 salî Elanûr Çakir, di 13’ê Mijdarê de li navenda Mûşê ji malê derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Elanûr Çakir, di 13’ê Mijdarê saet derdora 17.40’ê ji malê derket û piştî malbata wê agahî jê negirtin, serî li rayedaran da. Ji bo dîtina Elanûr Çakirê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin lê ev 3 roj in agahî jê nayên girtin. Xebatên lêgerînê didomin.
