ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî ya bi Erdogan re bi dawî bû. Hevdîtina ku Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKP'ê Efkan Ala jî tevlî bûn nêzî saeteke dom kir.
Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar a bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bi dawî bû. Hevdîtin li Qesra Serokkomariyê pêk hat. Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKP'ê Efkan Ala jî tevlî hevdîtinê bûn. Hevdîtin nêzî saeteke dom kir.
Tê payîn ku der barê hevdîtinê de sibe daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn.
