MÊRDÎN - Şînên endamên HPG’ê Mahsûn Denîz û Hidir Sevgî ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo endamê HPG’ê Mahsûn Denîz (Egîd Şer) ku di 2’yê Gulana 2018’an de li herêma Avaşînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û ji bo Hidir Sevgî (Rûbar Qamişlo) ku di 1’ê Hezîrana 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû jî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê şîn hate danîn.
Gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê ji ewil çûn serdana şîna Mahsûm Denîz a li Nisêbînê. Girseya ku li pêşiya avahiyên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê kom bûn, ber bi Mala şînê ya Danişmanê ya li Taxa Kişlayê ve meş li dar xist. Tevî astengkirinên polîsan jî girse meşiya, dirûşma "Şehîd namirin" berz kir û meşa xwe bi çepikan temam kir. Girse, ji hêla malbatê ve hate pêşwazîkrin.
Hevseroka MEBYADER’ê Makbûle Okmen di şînê de axivî, sersaxî ji malbatê re xwest. Bavê Denîz, Remîz Denîz jî got: “Egîd ne tenê şehîdê me ye. Şehîdê hemû Kurdistanê ye.”
EM Ê ŞOPDARÊN XEYALÊN WAN BIN
Girse piştre jî derbasî Qoserê bû û çû serdana şîna Hidir Sevdî ya li mala malbatê hatiye danîn. Di serdanê de deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Salih Kuday di serdanê de got ku ew ê bibin şopdarên xeyalên Sevgî û rêhevalên wî.
Bavê Sevgî, Mahmût Sevgî jî spasiya ziyaretvanan kir.
