ENQERE - Serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum piştî daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd daxuyanî da û got: “Wisa tê fêmkirin ku amadekariyên têkildarî hiqûqa pêvajoya veguhêz jî di nav de, hemle dê yek bi yek pêk bên û bi gavên xurt ber bi hedefê ve biçin.”
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, li Qendîlê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) vedikişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.” Di daxuyaniyê de îşaret bi “çêkirina yasayên hiqûqa veguhêz” hate kirin. Serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum piştî vê daxuyaniyê daxuyaniyek da.
Uçum, li ser hesabê xwe ya platforma X’ê wiha got: “Divê mirov destnîşan bike ku daxuyaniya hatiye dayin, hem ji hêla rewşa li herêmê hem jî ji hêla yekitî û yekbûnê ve li gorî perspektîfa giştî ya Tirkiyeyê ye. Wisa tê fêmkirin ku amadekariyên têkildarî hiqûqa pêvajoya veguhêz jî di nav de, hemle dê yek bi yek pêk bên û bi gavên xurt ber bi hedefê ve biçin.”
