ENQERE - DEM Partî dê di 27’ê Cotmehê de li Hotêla Hîltonê ya Enqereyê têkildarî gava dîrokî ya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, daxuyaniyê bide.
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li Qendîlê daxuyaniyeke nû da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryar dan ku hêzên xwe yên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) ji Tirkiyeyê vekişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.” 25 gerîlayê HPG û YJA Starê yên di çarçoveya biryara vekişînê de hatibûn qadê tev li daxuyaniyê bûn.
Hat zanîn ku Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, sibe saet di 11.00’ê de li Hotêla Hîltonê ya li Enqereyê têkildarî biryarê daxuyaniyê bidin. Li bendê ye ku DEM Partî polîtîkaya xwe ya piştî biryara “vekişînê” bi raya giştî re parve bike.
