* Dogan Erbaş diyar kir ku Abdullah Ocalan bi rêya entegrasyona demokratîk armanc dike ku "Kurd daxilî nava hiqûqê bike" û got: "Ev gava ku ji hêla birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin dê dewletê jî neçar bike ku biguhere."
* Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku bêyî misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, çareserkirina vê pirsgirêkê li Tirkiyeyê ne pêkan e û got: "Divê 'mafê hêviyê' yê birêz Ocalan bê naskirin."
* Bi sarbûna hewayê re liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan a li navçeya Rêya Armûşê, zêde bû.
* Dr. Emcet Saîdoglu yê Filistî diyar kir ku “Plana Aştiyê” ya Trump dê aştiyê neyine Xezeyê û got: “Trump bi vê planê ve ewlehiya Îsraîlê armanc dike.”
* Xwenevanên jin diyar kirin ku ew li wargehên KYK’ê xwe di ewlehiyê de namînin û divê piştevanî û parastina cewherî bê rêxistinkirin.
* Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê, li dijî bêcezakirina sûcên tacizê dê di hefteya duyemîn de li Cizîrê Nobeda Edaletê bidomîne. (10.00-18.00)
* ÎHD û xizmên windayan dê çalakiya “bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê bidomînin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1070’emîn li Qada Galatasarayê li dar bixe. (12.00)
* Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk dê li Êlihê damezirandina xwe ragihîne. (13.00)
* ÎHD ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê daxuyaniyê li dar bixe. (13.30)
* DEM Partî, EHP, TOP, SMF û TÎP’ê dê li Qada Esenyurtê bi dirûşma “Ji bo aştî edalet û azadiya bi hevre têkoşîn” li dar bixin. (15.00) ZINDÎ
