AMED - Endamên Koma Amedê ji bo konsera ku dê sibe were lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em gelek bi kelecan in. Em ê li Qada Newrozê konsera xwe bi coşa Newrozê bidin.”
Endamên Koma Amedê piştî navbereke 30 salan dê li Amedê konserê bidin. Konser, dê sibe saet di 18.00’ê de li Parka Newrozê bê dayin. Endamên Koma Amedê li balafirgehê bi coş hatibûn pêşwazîkirin û di pêşwazîkirinê de kêliyên hestiyar jiyan.
Endamên Koma Amedê hestên xwe bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin û ji bo konsera sibe bang kirin.
BANGA TEVLIBÛNA KONSERÊ
Ji endamên komê Memo (Mehmet) Gul, bi bîr xist ku weke kom 38 sal berê û weke kes jî 33 sal berê hatibû Amedê û ev tişt anî ziman: “Mirov nikare vê hestê vebêje. Piştî demekê dirêj li vir im. Ev bi xwe re enerjiyeke pozîtîf ava dike lê di heman demê de xemgînî jî heye. Tu hêviyeke me ya ji bo hatina vê derê nebû. Her tişt ji nişka ve çêbû. Lewma em gelek bi kelecan û keyfxweş in. Hêvîdarin konser gelek baş derbas bibe. Em tevahiya xelkê Amedê û welatiyên li bajarên derdorê vedixwînin konsera xwe.”
Ji endamên komê Fîkrî Kutlay jî diyar kir ku careke din dayina konserê ya li Amedê ji bo wan pir girîng e û got: “Hatina vê derê ji bo me gelek girîng e. Em kelecaneke mezin dijîn. Min li vir bijîşktî kir lê weke muzîkjen cara ewil e li vir im. Lewma gelek bi kelecan im. Hêvîdarim em ê di konserê de performanseke baş pêşkeş bikin. Em li bendê ne ku gelê me tev li konserê bibe.”
‘EM Ê BI COŞA NEWROZÊ LI QADÊ BIN’
Ji endamên komê Serhat Karakaş jî destnîşan kir ku piştî 38 salan dê li Amedê konserê bidin lewma gelek bi kelecan in. Karakaş, got: “Weke Koma Amed em careke din li vir in. Xelkê Amedê dê sibe me li qada Newrozê bi tenê nehêle. Weke Koma Amed em ê sibe li Qada Newrozê konsera xwe bi coşa Newrozê bidin.”
MA / Heval Onkol - Melîk Varol
