STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, çûn serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin.
Tê payin ku di serdanê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were axaftin û nîqaş bên kirin.