'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'

  • rojane
  • 10:12 17 Cotmeh 2025
  • |

RIHA - Bi Peymana 10'ê Adarê hatibû teahudkirin ku penaber bi awayekî ewle vegerin warê xwe. Lê çendî gelek dem di ser peymanê re derbas bûye jî, rêveberiya Şamê hê jî tiştek nekiriye. Berpirsê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku Tirkiye rê li ber vegera penaberan digire.

 
Tirkiyê di 8'ê Çileya 2018'an de êrişî Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di 9'ê Cotmeha 2019'an de jî êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Êrişan bi sed hezaran kes neçar kirin ku ji warên xwe derkevin û li herêmên din penaber bin. Peymana 10'ê Adarê ku di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û HSD'ê de hat îmzekirin teahud kir ku penaber bi awayekî ewle vegerin warê xwe. Lê çendî gelek dem di ser peymanê re derbas bûye jî, rêveberiya Şamê hê jî tiştek nekiriye. Ev yek bûye cihê bertekan. Berpirsê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku her çend Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê li herêmê hebûna xwe hîn jî didomînin, ev kom yek ji astengiyên vegera ewle ne.
 
'SÛCÊN ŞER HATIN RAPORKIRIN'
 
Îso diyar kir ku Tirkiyeyê di sala 2019'an de bi armanca valakirina Serêkaniyê dest bi êrişan kiriye û got: "Wekî komîte, me sûcên şer ên li vir hatine kirin rapor kirin. Di encama êrişan de, ji sedî 85'ê nifûsa herêmê neçar ma ku ji vir derkeve. Tenê 44 kes li Serêkaniyê mabûn. Zêdetirî 6 hezar û 500 mal ji aliyê komên çekdar û malbatên wan ve hatin desteserkirin. Dagirkirin, êriş û komkujiyên li vir heta roja îro jî berdewam dikin. Em ne tenê vê yekê dibêjin. Gelek rêxistinên mafên mirovan jî bi raporên xwe vê rastiyê piştrast dikin."
 
'SOZ NEHATIN BICIHANÎN'
 
Îso diyar kir ku êrişên li ser Serêkaniyê piştî hilweşandina rejîma Esed di 8'ê Kanûna 2024'an de berdewam kirine û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê soz dabû ku pirsgirêkên penaberan çareser bike lê soza xwe bi cih neaniye. Îso diyar kir ku ji bo misogerkirina aramiya li Sûriyeyê, pêdivî ye ku pirsgirêka penaberan bi awayekî cidî were çareserkirin û got: "Divê li ser vê mijarê bê sekinandin. Biryarên siyasî yên li Şamê di bin kontrola dewleta Tirkiyeyê de ne. Ehmed El-Şara berî Peymana 10'ê Adarê gelek soz der barê penaber û kampan de dan. Wî soz da ku penaber dê vegerin malên xwe, lê yek ji wan jî nehat bicihanîn."
 
'PÊKANÎNA XALA 5'AN TÊ ASTENGKIRIN'
 
Îso bi bîr xist ku li gorî xala 5'emîn a Peymana 10'ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Şara de hatiye îmzekirin, divê hikûmeta veguhêz tedbîran bigire da ku vegera ewle ya penaberan ji bo warên wan misoger bike. Îso got: "Pêdiviyên vê xalê nehatine bicîhanîn ji ber ku ew li gorî berjewendiyên dewleta Tirkiyeyê nîne. Bicîhanîna vê xalê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tê astengkirin. Ji ber vê yekê hikûmeta Şamê xwe paşve kişandiye. Divê em ji bîr nekin ku ziman û pereyê tirkî li Serêkaniyê, Girê Sipî û deverên derdorê tên bikaranîn. Bi awayekî, ev herêm ji Sûriyeyê hatiye girtin û bi Tirkiyeyê ve hatiye girêdan. Wek Komîteya Penaberan a Serêkaniyê, me du roj berê bi birêz Mazlûm Ebdî re civînek fermî li dar xist. Mazlûm Ebdî diyar kir ku HSD ji bo bicihanîna xala 5'emîn a peymanê dixebite, lê wî her wiha diyar kir ku gelek astengiyên siyasî li pêşiya vê yekê hene."
 
'ÎRADEYA HIKÛMETA ŞAMÊ TUNE YE'
 
Îso diyar kir ku Tirkiye armanc dike demografiya herêmê biguherîne û got: "Siyaseta Tirkiyeyê armanc dikir ku li Efrîn û Serêkaniyê û her wiha li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guhertina demografîk pêk bîne. Wan dixwest van bajarên ku piraniya wan kurd in vala bikin. Wekî ku min got, hemû biryarên siyasî yên li Şamê di bin bandora Tirkiyeyê de ne. Ji ber vê yekê pêkanîna xala 5'emîn ku penaberan eleqedar dike, tê astengkirin. Sedemeke din jî ew e ku hikûmeta Şamê amade nîne ku peymanê bicîh bîne. Ew bi tevahî di bin bandora hikûmeta Tirkiyeyê de ne û îradeyek tune ku biryaran bide. Li Serêkaniyê û Girê Sipî tu hêzek bi hikûmeta Şamê ve girêdayî tune. Ev herêm ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve dîl tên girtin. Her wiha wekî çekekê tên bikaranîn. Ew dixwazin li Sûriyeyê polîtîkayên ku li gorî polîtîkayên wan in bişopînin. Ew naxwazin nifûsa penaberan û kamp bi dawî bibin, ne jî dixwazin ku mirov vegerin malên xwe."
 
Îso destnîşan kir ku piştî êrişan nêzîkî 170 hezar kes li Serêkaniyê neçar mane ku koç bikin û wiha domand: "Nêzîkî 55 gundên Serêkaniyê bi tevahî hatin valakirin. Zêdetirî 6 hezar û 500 xanî di bin kontrola komên çekdar de ne. Nêzîkî ji sedî 99'ê erdên çandiniyê ji aliyê van koman ve hatine desteserkirin. Li gorî raporên ku me amade kirine, çarenûsa 75 kesan ji gundên derdora Serêkaniyê hîn nayê zanîn. Em bawer dikin ku hin ji wan li Tirkiyeyê ne. Hikûmeta Demkî heta niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu gav neavêtiye. Di demên dawî de, wan hewl da ku milkên dagirkirî yên li Serêkaniyê bi awayekî hiqûqî bikirin. Gelê me yê ku li kampan dijî li dijî vê yekê derket û nexwest mal û milkên xwe bifroşin. Peymana 10'ê Adarê mifteya çareserkirina gelek pirsgirêkên penaberan bû."
 
BÊDENGIYA NY'Ê
 
Îso diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bêdengiya xwe ya li hember sûcên li Sûriyeyê hatine kirin sûc dike û got: "Ew dikarîbûn pêşî li êrişên leşkerî bigirin. Dema ku dewleta tirk sînorên dewleteke din binpê kir û xelkê xwecihî yê li wir dijîn neçar kir ku koçber bibin, ew bêdeng man. Ev sûcekî giran e. Heta niha, wan tu piştgiriyek madî û manewî nedaye penaberên ku li kampan dijîn. Ji bilî Rêveberiya Xweser û çend komeleyan, kesî piştgirî nedaye penaberên ku li vir dijîn. Deriyê sînor ê Til Koçer hîn jî girtî ye."
 
Îso bal kişand ser armancên Tirkiyeyê yên li herêmê û got: "Ew li bendê ne ku HSD çekên xwe radest bike, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî hikûmeta Şamê bibe û bikeve bin kontrola Tirkiyeyê. Ew plan dikin ku HSD'ê tevlî Artêşa Sûriyeyê bikin. Ew dixwazin careke din me ji wir derxin."
 
Îso anî ziman ku Tirkiye bi propagandaya bêçekkirina HSD'ê Peymana 10'ê Adarê xera dike û got: "Ji bo pêşeroja gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo aştî û aramiya li Sûriyeyê du tişt pêwîst in. Ya yekem, divê rêveberiya Sûriyeyê were nûkirin û ji bo pêşeroja me bi hevpeymaniya hemû gelan şêweyekî nû yê rêveberiyê were destnîşankirin. Ya duyemîn, divê pirsgirêka penaberan li Sûriyeyê were çareserkirin. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, heta ku gelê me venegere warê xwe û heta ku kesek jî di konekî de bijî, li Sûriyeyê aramî nayê bidestxistin."
 
MA / Sema Bîngol
 
 
 

Sernavên din

13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin
12:36 Daxwaza rojnamevanan: Divê komîsyon li rojnamevanan guhdar bike
12:33 Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje
12:01 Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin
11:55 Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin
11:54 Endamên KESK’ê yên ku xwestin biçin pêşiya Meclisê hatin dorpêçkirin
11:02 Tehliyeya Nurcan Aslanê bi hinceta ‘sûcê xwe qebûl nekiriye’ hat taloqkirin
10:12 'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'
10:11 Komîteya ku biryara DMME'yê bi Azerbaycanê da pêkanîn, çima ji bo Tirkiyeyê heman tiştî nake?
09:55 Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin
09:54 Bijîşkê tev li otopsiya Rojîn Kabaîşê bû: Kêmasiyên di vêkolînê de pêvajo zehmet xist
09:09 Akin Bîrdal: Divê şandeyek ji komîsyonê teqez biçe Îmraliyê
09:06 Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?
09:05 Tevî pêvajoya 'aştiyê' jî desthilat 'rêyên ewlehiyê' çêdike!
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN
16/10/2025
18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
16:03 Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye