AGIRÎ - Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike, lê ligel vê desthilat li herêmên Gilîdax û Çiyayê Tendûrekê bi bihayê 375 milyon TL bi navê "rêya ewlehiyê" dest bi çêkirina rêyeke leşkerî kir.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê dest pê kir, berdewam dike. Lê ligel vê, desthilat û dewlet avakirina qereqol û "rêyên ewlehiyê" didomîne. Hemû beşên civakê li bendê ne ku desthilat û dewlet di çarçoveya vê pêvajoyê de gavan biavêjin. Lêbelê, desthilat di polîtîkayên "ewlehiyê" de israr dike.
Pênc meh piştî destpêkirina pêvajoyê, desthilatê di meha Hezîranê de li Agiriyê wekî berdewamiya polîtîkayên xwe yên "ewlehiyê" dest bi çêkirina "Rêya Ewlehiyê ya Çiyayê Gilîdaxê kir. Lêçûna rêya "ewlehiyê" ku ji hêla Midûriyeta Plankirin, Proje, Veberhênan û Înşaetê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê ve ji bo îhaleyê hatibû dayîn, bihayê wê wekî 194.164.032 TL hat destnîşankirin. Tê payîn ku "Projeya Rêya Ewlehiyê ya Çiyayê Gilîdaxê" ku îhaleya wê ji hêla Şîrketa Dalmizrakê ve hat wergirtin, di nava salê de bê temamkirin.
LI ÇIYAYÊ TENDUREKÊ JÎ TÊ ÇÊKIRIN
Projeyeke din a "rêya ewlehiyê" ku li Agirî tê çêkirin jî, li Çiyayê Tendûrekê ye. Projeya ku ji aliyê Midûriyeta Plankirin, Proje, Veberhênan û Înşaetê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê ve bi bihayê 180.836.719 TL hatiye îhalekirin, Şîrketa Solmaz Yapiyê îhaleyê girtiye. "Rêya ewlehiyê" ku li herêma Kevrê Sipî ya Çiyayê Tendûrekê li navçeya Giyadîn a Agiriyê dest pê kiriye, di Girê Nîrya re derbas dibe û digihîje herêma baregeha leşkerî ya li Gola Sor. Ev rê di heman demê de bi baregeha leşkerî ya li navçeya Ebex a Wanê ve girêdayî ye.
Her çiqas hat hînkirin ku "Rêya Ewlehiyê ya Çiyayê Tendurekê" di sala 2018'an de hatiye plankirin û heta radeyekê temam bûye jî, bi îhaleya nû ya ku di 25'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çêkirina vê rêyê hat lezandin.
MA / Omer Akin