* Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryara DMME'yê bi Azerbaycanê dabû cîbicîkirin, li hemberî Tirkiyeyê ku 11 sal in "mafê hêviyê" nas nake, tevnagere. Endamê Parlamenteriyê yê Konseya Ewropayê Berdan Ozturk, îşaret bi fesixkirina PKK'ê kir û got: "Ji bo wan tu hincet nemaye."
* Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike, lê ligel vê desthilat li herêmên Gilîdax û Çiyayê Tendûrekê bi bihayê 375 milyon TL bi navê "rêya ewlehiyê" dest bi çêkirina rêyeke leşkerî kir.
* Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal got: "Divê şandeyek ji komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin biçe Îmraliyê."
* Bi Peymana 10'ê Adarê hatibû teahudkirin ku penaber bi awayekî ewle vegerin warê xwe. Lê çendî gelek dem di ser peymanê re derbas bûye jî, rêveberiya Şamê hê jî tiştek nekiriye. Berpirsê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku Tirkiye rê li ber vegera penaberan digire.
* Jinên TJA'yî diyar kirin ku ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê ku bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, divê pirsên wekî "ATK hewl dide çi biparêze? Rektor çi vedişêre?" demildest bên bersivandin.
* Endamê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç ku di otopsiya Rojîn Kabaîşê de cih girtibû, got: “Ji destpêka bûyerê ve kêmasiyên di pêvajoya vekolînê de mixabin pêvajo zehmet xist.”
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û niha di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin dê were şopandin.
* Foruma Avê ya Mezopotamyayê dê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar were vekirin. (09.30)
* Endamên KESK'ê yên ji bo KHK'î dîsa li karê xwe bên vegerandin ji Amedê meşiyan Enqereyê, dê li pêşiya deriyê Çankayayê yê Meclisê daxuyaniyê bidin û çalakiya rûniştinê li dar bixin. (09.30-17.00)
*Danişîna doza 5 girtiyên ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê bi hinceta zirar dane têlên fensê tên darizandin, dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Erziromê bê lidarxistin. (10.00)
* Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê li Amedê bi derdorên cuda re hevdîtinan bike. (10.30-18.30)
* Beriya meşa ciwanan ku dê bi dirûşma "Bi Rêberê Azadiyê ber bi jiyana azad ve" li Amedê bê lidarxistin, li Sancaktepe ya Stenbolê dê meş were lidarxistin. (20.00)