MÊRSÎN - Kesê bi keviran êrişî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Toroslarê kir, hate binçavkirin.
Şevê din li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Toroslar a Mêrsînê bi keviran êriş hate kirin. Piştî mudaxileya şêniyên taxê, êrişkar hate biçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.
Di êrişê de kesek birîndar nebû lê xesara madî çêbû.