Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin 2025-10-16 10:07:29 MÊRSÎN - Kesê bi keviran êrişî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Toroslarê kir, hate binçavkirin.  Şevê din li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Toroslar a Mêrsînê bi keviran êriş hate kirin. Piştî mudaxileya şêniyên taxê, êrişkar hate biçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.    Di êrişê de kesek birîndar nebû lê xesara madî çêbû.